Li Şirnexê operasyon: Hejmara leşkerên birîndar zêde dibe 2023-05-16 17:57:14   ŞIRNEX - Di operasyonên li herêma Bestayê de 4 leşker û cerdevanek mirin. Hat diyarkirin ku rayedarên leşkerî ji bijîşkan re gotine dê birîndarine din jî bên û li gor wê amadekariyên xwe bikin.    Îro danê sibehê li herêma Besta ya Şirnexê di navbera leşkerên tirk û gerîlayên HPG'ê de şer çêbû. Li gor daxuyaniyên fermî, heya niha di şer de 4 leşkerên tirk mirine. Her wiha hat ragihandin ku cerdevan Cevher Guven ku ji gundê Zivarik ê navçeya Qileban a Şirnexê ye jî di heman şerî de miriye.   Her wiha hat ragihandin ku rayedarên leşkerî ji bijîşkên li Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê re gotine dê birîndarine din jî bên û li gor wê amadekariyên xwe bikin.