Partiya Çepên Kesk li Aydinê îtîrazî 20 hezar dengên betalbûyî kir 2023-05-16 16:13:01 AYDIN - Partiya Çepên Kesk li sê navçeyên Aydinê ku girseya wê lê xurt e, li dijî 20 hezar dengên hatin betalkirin, serî li YSK’ê da û xwest ji nû ve bên jimartin.    Partiya Çepên Kesk li Aydinê îtîrazî 20 hezar û 253 dengên parlamenteriyê û 16 hezar û 60 dengên serokkomariyê yên ku betal bûne kir. Partiya Çepên Kesk serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da û xwest dengên li navçeyên Koçarli, Încîrlova û Koşk ên ku girseya wan lê xurt e ji nû ve bên jimartin.    Partiya Çepên Kesk ji Aydinê 58 hezar û 24 dengan girtiye. Partiya Çepên Kesk dibêje heke li cihên ku rayên wan lê zêde ne deng ji nû ve bên jimartin dibe ku encama ji bo parlamenteriyê biguhere.