Ji Rêxistina Efûyê rapora îdamê ya sala 2022’yan: Di nava 5 salan de derket asta herî jor 2023-05-16 14:29:02   STENBOL - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku înfazên cezayê îdamê yên sala 2022’yan, di nava 5 salan de derket asta herî jor.    Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her sal rapora lêkolînkirina cezayên mirinê yên seranserî cîhanê parve dike. Rêxistinê rapora xwe ya 2022’yan jî weşand. Di raporê de hat gotin ku herî zêde ev ceza li welatên Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur tê dayîn û ji ber ku van welatan înfazkirina vî cezayî zêde kirin, di nava 5 salan de derket asta herî jor.    WELATÊ HERÎ ZÊDE EV CEZA DAYÎ ÇÎN E   Di raporê de wiha tê gotin: “Ji sala 2017’an heta niha ev ceza li seranserî cîhanê derket asta herî jor. Li Erebistana Siûdî di rojekê de cezayê mirinê yê 81 kesan hate cîbicîkirin. 20 welatên tên zanîn ev înfaz pêk anîn. 6 welatan qismekî vî cezayî yan jî bi temamî rakir. Li gorî sala 2021’an, ev înfaz di sala 2022’yan de ji sedî 53 zêde bû. Bi qasî agahiyên li ber dest, li 20 welatan bi giştî 883 kes ji ber vî cezayî hatin kuştin. Bi hezaran înfazên par li Çînê hatine kirin di nava vê de nînin û çavkaniya vê zêdebûna jinişka ve, welatên Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur in. Di sala 2021’an de li van welatan 520 înfaz hatine kirin û ev hejmar di sala 2022’yan de derket 825’an. Weke geşedaneke fikaredar; ji bilî Çînê li seranserî înfazên li cîhanê ji sedî 90 li van her sê welatên van herêman hatine kirin. Di sala 2021’an de li Îranê 314 û di sala 2022’yan de jî 576 kes hatin înfazkirin. Înfazên li Erebistana Siûdî sê qet zêdetir bû. Di sala 2021’an de 65 û di sala 2022’yan de jî 196 înfaz hatin kirin. Di nava 30 salan de hejmara herî zêde ya ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Erebistana Siûdî qeyd kirî ev reqem e. Li Misrê 24 kes hatin înfazkirin. Cezayê mirinê yê li Çîn, Koreya Bakur û Vîetnamê gelemperî tê veşartin. Ev yek jî tê wê wateyê ku hejmara înfazan li seranserî cîhanê pir zêdetir e. Tam nayê zanîn bê ka li Çînê çende kes hatin kuştin lê eşkere ye ku hejmara kesên di sala 2022’yan de li Çînê hatine kuştin ji ya Îran, Erebistana Siûdî, Misir û DYA’yê gelek zêdetir e.”    HEJMAR TÊN VEŞARTIN   Bi domdarî di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Di sala 2022’yan de înfazên li Efxanistan, Quweyt, Myanmar, Filistîn û Sîngapurê berdewam kirin. Hejmara înfazan li Îranê ji 314’an derket 576’an, li Erebistana Siûdî ji 65’an derket 196’an, li DYA’yê ji 11’an derket 18’an. Li gorî sala 2021’an, di sala 2022’yan de înfazên ji ber sûcên tiryakê hatine kirin du qet zêdetir bûn. Bi giştî li seranserî cîhanê 37 kes ji ber van sûcan hatin înfazkirin. Îxtîmale ku li Vîetnamê ji ber van sûcan mirov hatibin înfazkirin lê weke sirra dewletê tên veşartin. Hejmara înfazan zêde dibe lê hejmara cezayên mirinê ya giştî weke xwe ma. Di sala 2021’an de ev hejmar 2 hezar û 52 û di sala 2022’yan de jî 2 hezar û 16 e. Pir kêm jî be kêm bûye.”    HINEK WELATAN CEZAYÊ MIRINÊ RAKIRIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku hinek welatan qismekî cezayê mirinê rakirin an jî bi temamî rakirin. Rapor, wiha didome: “Ev yek hêviyê dide. Qazaxistin, Papua Gîneya Nû, Sierra Leone û Komara Efrîqeya Navîn ji bo hemû sûcan cezayê mirinê rakirin. Gîneya Ekvatorê û Zambiyayê ji bo cezayên edlî cezayê mirinê rakirin. Ji kanûna 2022’yan ve 112 welatan ji bo temamiya sûcan ev ceza rakirin, 9 welatian ji bo cezayên edlî rakirin. Lîberya û Ganayê jî ji bo rakirina cezayên mirinê gavan diavêjin. Rayedarên Srî Lanka û Malezyayê jî ragihandin ku dê serî li sepana cezayê mirinê nedin. Her wiha Parlamentoya Malezyayê pêşnûmeqanûnên ji bo rakirina cezayê mirinê amade kir.”