Li Şengalê êrişî malekê hate kirin 2023-05-16 13:51:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Xanesor a girêdayî Şengalê ji aliyê SÎHA’yan ve êrişî malekê hate kirin.    Hate ragihandin ku li navçeya Xanesor a girêdayî Şengalê bi bombeyan êrişî malekê hatiye kirin. Hate diyarkirin ku êriş ji aliyê Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên dewleta tirk ve hatine kirin.     Nehat zanîn ku di encama êrişê de tiştek bi kesê hatiye an na.