Endamên şandeya Îspanyol ên hatibûn binçavkirin hatin dersînorkirin 2023-05-15 13:57:03   SÊRT - 3 kesên ku ji şandeya ji 10 kesan pêk dihat ku ji bo şopandina hilbijartinê ji Îspanyayê hatibûn Bedlisê hatibûn binçavkirin, hatin dersînorkirin.   3 kesên ku ji şandeya ji 10 kesan pêk dihat ku ji bo şopandina hilbijartinê ji Îspanyayê hatibûn Bedlisê hatibûn binçavkirin, polîsan birin balafirgehê û ew dersînor kirin. Endamên Meclisa Nûnertiyan a Îspanyayê Jon Iñarritu García, İsabel Chacon û Tino Brugos ên dora saet 07.00’an bi polîs û parêzerên wan re birin Balafirgeha Amedê hatin dersînorkirin.