Li Colemêrgê Partiya Çepên Kesk her 3 wekîl qezenç kirin 2023-05-15 12:30:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê ji sedî 64,05’an her sê wekîl jî qezenç kirin.    Li Colemêrgê her 3 wekîl jî Partiya Çepên Kesk qezenç kirin. Li gorî encamên hilbijartinê yên ne fermî, Partiya Çepên Kesk bi 95 hezar û 200 dengan ji sedî 64,05, AKP’ê bi 29 hezar û 357 dengan ji sedî 19,75, CHP’ê bi 9 hezar û 915’an ji sedî 6,67 deng wergirtin. Bi vî awayî namzetên Partiya Çepên Kesk Vezîr Parlak, Oznûr Bartin û Onûr Duşunmez bûn parlamenterên nû yên bajêr.    Di hilbijartinên Serokkomariyê de namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû bi 109 hezar û 148 dengan ji sedî 72,32; namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan bi 37 hezar û 188’an ji sedî 24,64; namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan jî bi 4 hezar û 139’an ji sedî 2,74; namzetê Partiya Memleket ê beriya hilbijartinê aşkere kir ku ji namzetiyê paşve dikişe Mûharrem Înce jî bi 458 dengan ji sedî 0,30 wergirt.