Li ser sindoqan cerdevanên bi çek hatin peywîrdarkirin 2023-05-15 11:18:44   ŞIRNEX - Derket holê ku AKP’ê li gelek gundên navçeya Elkê li ser sindoqan cerdevan peywîrdar kirine. Di dîmenên hatin kişandin de tê dîtin ku cerdevan bi çekên xwe li ser sindoqan e.    Di hilbijartinên Serokkomarî û Meclisê yên Tirkiyeyê de gelek binpêkirinên mafan qewimîn. Di dîmenên ku derketine holê de hate dîtin ku li gundê Melêsê yên navçeya Elkê ya Şirnexê AKP’ê li ser sindoqan cerdevan peywîrdar kirine. Di dîmenên ku hatine kişandin de dixuye ku cerdevan bi çeka xwe ya li pişta xwe li ser sindoqê ye. Hate diyar kirin ku ev cerdevan ji gundê Kespiyanişê yê Elkê anîne ser sindoqan. Her wiha ji aliyê şeniyên herêmê ve hate diyar kirin ku AKP’ê li gelek gundan li ser sindoqan cerdevan peywirdarkirine û van cerdevanan bi dehan caran deng bi kar anîne.