Erkek ê CHP’î: Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin 2023-05-15 02:57:28   ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Muharrem Erkek welatiyên li pêşiya avahiya navenda partiyê kom bûn silav kir û wiha got: “Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin.”    Cîgirên Serokê Giştî yên CHP’ê Oguz Kaan Salici û Muharrem Erkek kesên li pêşiya Navenda Giştî ya CHP’ê kom bûn silav kirin. Salici û Erkek bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Serok Mansur were vê derê” hatin pêşwazîkirin. Ji cîgiran Muharrem Erkek daxuyaniyek da û wiha got: “Birêz serokên giştî niha li cem hev in. Heta serê sibehê dê hejmartina dengan bidome. Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin. Lewma jî xebatên me hêj berdewam in.”