Hat îdiakirin ku piştî hejmaran hevnegirtî deng hate betalkirin 2023-05-15 01:49:32   ENQERE - Li ser îtîraza AKP’ê gelek caran deng jinûve hatin hejmartin. Dema hejmaran hev negirtî jî hat diyarkirin ku dengek hatiye betalkirin.    Li Dibistana Navîn a Şehît Yakup Çinar a li navçeya Sîncan a Enqereyê li ser îtîrazên peywirdarên AKP û MHP’ê, gelek caran dengên ji sindoqan derketin hatin hejmartin. Piştî hejmartina dengan li dibistanê rageşî derket û herî dawî biryar hate dayîn ku “dengek hatiye îmhakirin.” Li ser medyaya civakî hinek dîmenên ku deng hatiye betalkirin hatin parvekirin û peywirdarekê sindoqan wiha dibêje: “Hezar caran nekarîn hejmaran peyda bikin. Nûnerê YSK’ê jî telefon venekir. Niha jî biryar dan ku dengî tune bikin.”