Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist 2023-05-14 23:50:20   MÊRSÎN - Şaredarê AKP’î yê navçeya Akdenîzê Mûstafa Muhammet Gultak ku bi parastvanên xwe yên çekdar li ser sindoqan digere, îcar jî li edliyeyê rageşî derxist.    Piştî ku li Mêrsînê karûbarê dengdayînê dest pê kirî, Şaredarê Akdenîz a Mêrsînê yê AKP’î Mûstafa Muhammet  Gultak tevî 30 parastvanên xwe yên çekdar li dibistanan geriya. Gultak, îcar jî li Edliyeya Mêrsînê ku deng lê tên hejmartin derket holê. Gultak û parastvanên xwe hatin edliyeyê û bi kesên di Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Akdenîzê de, peywirdarên partiyên siyasî yên ji bo îtîrazê xwedî raye, parêzer û dadgeran re ketin nava nîqaşê. Gultak, îdia kir ku ji lijneya hilbijartinê ya partiya wan tu kes li wir nîne û hewl da rageşiyê derxîne.   Lê rayedarên partiyên siyasî yên din aram tevgeriyan û rê li ber provakasyona Gultak girtin.