Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45 2023-05-14 23:06:36   ENQERE - Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû daxuyaniyek din da û got: “Li gorî daneyên niha dengên Serokê me yê giştî ji sedî 49 e û dengên Erdogan jî li derdora 45’an e.”    Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş têkildarî rewşa daneyên hilbijartinê daxuyanî dan. Îmamoglû wiha got: “Li gorî daneyên niha dengên Serokê me yê giştî ji sedî 49 e û dengên Erdogan jî li derdora 45’an e. Em pêvajoyê kêlî bi kêlî dişopînin. Nêzî 10 milyon deng hê jî nehatine jimartin. Û ev ji sedî 20 e. Hêdî hêdî tê xwarê. Hewldanên ku nîşan didin, em bi sosretî lê temaşe dikin. Saziyek li ber sekeratê ye. Pê nexapin. Ji sedî 60’an dest pê kirin. Ji serê sibehê ve hevalên me li statîstîkan hene. Ji rêxistinê hevalên me hene. Wê hemû bariyerên wan hilweşin. Em senaryoyên berê bînin bîra xwe, berê jî me vê senaryoyê dît.”