Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye 2023-05-14 22:46:06   MÊRDÎN - Li Mêrdînê serokê sindoqê tevî kîsê dengan ji holê winda bû.    Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, serokê sindoqa bi hejmara 1363'yan a li DIbistana Zîncîriyeyê, piştî hejmartina dengan û kîsê dengan ji holê winda bûn. Li gorî îdiayê, serokê sindoqê rahiştiye kîsê dengan û bêyî ku girteyan îmze bike çûye lawaboyê. Lê serokê sindoqê Îsmaîl Genç venegeriyaye. Piştî ku Genç, tevî kîsê dengan neçûye Lijneya Hilbijartinê, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.    Partiyên siyasî, ji bo dîtina dengan daxwazname dan Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê.