Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike! 2023-05-14 21:00:51   AMED - Parlamenterê CHP’ê Mûrat Bakan diyar kir ku li ser fermana Fermandarê Cendirmeyan ê Erxeniyê Serdar Yûsûf Avci, tûrikên dengan li herêma hilbijartinê tên sekinandin.   Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Mûrat Bakan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî nelirêtiyên piştî hejmartina dengan ên li Amedê agahî dan. Bakan, da zanîn ku li navçeya Erxeniyê li gel ku hejmartina dengan bi dawî bûye jî tûrikên dengan li herêmên hilbijartinê tên sekinandin.    Bi domdarî Bakan anî ziman ku Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeyê Serdar Yûsûf Avci destûrê nade ku tûrikên dengan bibin lijneya hilbijartinê û wiha pê de çû: “Demildest peywira xwe bi cih bîne û mudaxeleyî hilbijartinên demokratîk nekin. Nexwe dê li pêşberî daraza serbixwe hesabê bidin.”