Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e 2023-05-14 19:54:16   ENQERE - Ekrem Îmamoglû û Mansûr Yavaş li ser navê Tifaqa Millet derketin pêşberî kamereyan û gotin: “Ajansa Anadolûyê ji sala 2019’an vir ve ketiye ber sekeratê. Baweriya pê di binê sifirê de ye. Divê welatiyên me baweriya xwe pê neyînin.”    Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş li ser navê Tifaqa Millet û Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû derketin pêşberî kamerayan û daxuyanî dan. Îmamoglû wiha got: “Dîsa weqaya Ajansa Anadolûyê (AA) di rojevê de ye. Ajansa Anadolûyê ji sala 2019’an vir ve ketiye ber sekeratê. Baweriya pê di binê sifirê de ye. Divê welatiyên me baweriya xwe pê neyînin. Ji bo me hukmê wê tune ye. Serokkomarê me yê 13'emîn Kiliçdaroglû îro êvarê wê wek Serokkomar bê ragihandin. Em bi vê bawerin. Em hemû li vir û encaman ji nêz ve dişopînin."      Mansû Yavaş jî destnîşan kir ku li gorî daneyên di destê wan de namzetê wan Kiliçdaroglû li pêş e. Yavaş got: "Ji me bawer bikin. Her ku encam werin em ê parve bikin."