Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da 2023-05-14 17:28:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da û wiha got: “Niha dema wê ye ku em bi awayekî xurt xwedî li sindoqan derkevin.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî ku saet di 17.00’an de dengdayîn bi dawî bû, daxuyanî da.    Erdogan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Heval û rêhevalên min; karê dengdayînê li tevahiya welatê me hêjayî demokrasiya me bi dawî bû. Niha dema wê ye ku em bi awayekî xurt xwedî li sindoqan derkevin. Heta ku encam teqez dibin jî bila gelê me vîna xwe biparêze.”