Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan 2023-05-14 16:27:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî bêusulî û binpêkirinên AKP’iyan ên li Kurdistanê jî gel diherike ser sindoqan û dengê xwe dide.    Li Amedê dengdayîn berdewam e û agahiyên bêusulî û binpêkirinan ên li navend û navçeyan tên.    LI ÇERMÛGÊ DENG BI VEKIRÎ HATIN DAYÎN    Li gundên Rotan, Guruz û Miyalan ên Çermûgê AKP’iyan deng bi vekirî dan. Her wiha AKP’iyan zext li welatiyan kirin ku dengên xwe bi komî bidin. Muşahidên Partiya Çepên Kesk têkildarî mijarê agahî dan û ji bo demekî kin karûbarê dengdayînê dan sekinandin. Piştre jî bi girtekan li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz hate kirin.    Piştî girtina girtekan û îtîrazê, kar û barê dengdayînê dîsa dest pê kir.    PEYAS    AKP’iyan gef li endama Baroya Amedê parêzer Esra Sacak ku li Dibistana Navîn a Sabrî Kûn a li navçeya Peyasê hatibû peywirdarkirin xwarin. Sacak, giliyê AKP’iyan kir.    NAVENDA KOORDÎNASYONA KRÎZÊ BANG KIR   Her wiha Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê têkildarî bêusuliyan banga kir. Di bangawaziyê de wiha hat gotin: “Li gorî agahiyên li ber destê me; li ser komên AKP’iyan peyamek hatiye parvekirin. Tê gotin ku dê li şûna welatiyên dengê xwe nedayîn dê dengan bi kar bînin. Divê hemû muşahidên me bên agahdarkirin, xwedî li sindoqan bê derketin, pêşî lê were girtin ku li şûna kesên din deng neyên bikaranîn û hewceye li ser sindoqên ku muşahidên me lê tune ne naskiriyên me bên bicihkirin.”    MÛŞ   Hat ragihandin ku li Dibistana Seretayî ya Gazî ya navenda Mûşê polîsekî bêyî Belgeya 142’yan teslîm bike dengê xwe daye. Her wiha hat zanîn ku li bajarokê Sunguyê jî ji welatiyê bi navê A.C. da re “tu nikarî dengê xwe bidî” hatiye gotin û rastî tundiyê hatiye.    AGIRÎ   Şaredariya Agiriyê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye, hatin û çûna li taxên ku dengê HDP’ê lê zêde derdikevin betal kir. Li gel ku welatî gelek caran li şaredariyê geriyan jî nekarîn xwe bigihînin rayedaran. Tevî baranê jî hilbijêrin ketin rê û dengên xwe dan.