Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin 2023-05-14 16:10:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku qedexeya weşanê ya li ser hilbijartinên dîrokî hatin rakirin, hejmartina dengan dest pê kir. Dengên Erdogan di her kêliyê de dikevin û serok û nûnerên partiyan banga “Sindoqan neterikînin” dikin.    Kar û barê dengdayînê yên Hilbijartina Serokkomariyê û Serdema 28’an a Parlamenteriyê ya Giştî serê sibehê saet di 08.00’an de dest pê kir. Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr di zêdetirî 191 hezar sindoqan de dengên xwe bidin. Kar û barê dayîna dengan dê li tevahiya Tirkiyeyê saet di 17.00’an de bi dawî bibe. Serok û hevserokên partiyan û namzetên serokkomariyê jî piştî dengdayînê daxuyanî dan.    Di dema dengdayînê de li gelek bajar û navçeyan îxbarên binpêkirinan hatin. Li bajarên Kurdistanê jî bi taybetî li gundan deng bi vekirî hatin dayîn û dengên komî hatin dayîn. Her wiha zexteke mezin a leşker, polîs û namzetên AKP’ê hebû. Kêlî bi kêlî geşedanên nava rojê wiha ne:    ŞAREDARÊ AKP'Î ÎCAR JÎ LI EDLIYEYÊ RAGEŞÎ DERXIST    23.50 -  Şaredarê AKP’î yê navçeya Akdenîzê Mûstafa Muhammet Gultak ku bi parastvanên xwe yên çekdar li ser sindoqan digere, îcar jî li edliyeyê rageşî derxist.   YSK: HETA NIHA TENÊ JI SEDÎ 47.08'Ê DENGAN HATINE HEJMARTIN    22.58 -  Serokê YSK’ê Ahmet Yener têkildarî hejmartina dengan daxuyaniyek da û got ku heta niha ji dengên hundirê welat ji sedî 47.08’ê hatine hejmartin.   AKP LI DIJÎ HEMÛ SINDOQÊN KILIÇDAROGLÛ LI PÊŞ E ÎTÎRAZAN DIKE!   22.28 -  AKP li dijî hemû sindoqên ku namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazê dike.   FERMANDARÊ CENDIRMEYAN LI ERXENIYÊ MUDAXALEYÎ HILBIJARTINAN DIKE!    21.00 -  Parlamenterê CHP’ê Mûrat Bakan diyar kir ku li ser fermana Fermandarê Cendirmeyan ê Erxeniyê Serdar Yûsûf Avci, tûrikên dengan li herêma hilbijartinê tên sekinandin.   KAFTANCIOGLÛ: LI STENBOLÊ KAFTANCIOGLÛ JI SEDÎ 51,42'YÊ LI PÊŞ E    20.51 -  Seroka CHP’a Îzmîrê Canan Kaftancioglû diyar kir ku li Stenbolê ji sedî 40’ê sindoqan hatine vekirin û li gorî daneyên li ber destê wan, Kiliçdaroglû ji sedî 51,42’yê li pêş e.   2 KES HATIN BINÇAVKIRIN   20.05 - Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes li Sêrtê hatin binçavkirin.    'EM LI PÊŞ IN'   19.57 - Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî encamên hilbijartinê twît parve kir û wiha got: “Em li pêş in.”    JI 184'AN 175 DENG PARTIYA ÇEPÊN KESK WERGIRT   19.57 - Piştî bidawîbûna dengdanê, dest bi hejmartina dengan hat kirin. Li gundê Fîsê yê Amedê ji 184 dengdêran 175 jê gotin Partiya Çepên Kesk.    BAWERIYA XWE BI AA'YÊ NEYÎNIN   19.54 - Ekrem Îmamoglû û Mansûr Yavaş li ser navê Tifaqa Millet derketin pêşberî kamereyan û gotin: “Ajansa Anadolûyê ji sala 2019’an vir ve ketiye ber sekeratê. Baweriya pê di binê sifirê de ye. Divê welatiyên me baweriya xwe pê neyînin.”    PARTIYA ÇEPÊN KESK FERQ AVÊT   19.52 - Li Gundê Amara yê Rihayê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê dayik bû Partiya Çepên  Kesk 201 deng namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû jî 223 deng ferq avêt.    PARTIYA ÇEPÊN KESK BÛ YEKEMÎN   19.36 - Li Girtîgeha Ûmraniyeyê di sindoqeka ku hatiye vekirin de Partiya Çepên Kesk bi 12 rayan bû yekemîn.    19.19 - Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî piştî bidawîbûna qedexeya weşanê ya YSK’ê daxuyaniyê dide.    DEMÎRTAŞ: BAWERIYA XWE NEDIN DANEYÊN AJANSA ANADOLUYÊ    19.03 - Selahattîn Demîrtaş peyamek parve kir û wiha got: “Teqez baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê.”   WEKÎLÊ CHP'Î: MIDÛRÊN EMNIYETÊ Û CENDIRMEYAN ENCAMÊN DENGAN XWESTIN    18.58 -  Parlamenterê CHP’ê Mûrat Bakan diyar kir ku midûrên emniyetê yên Bedlîs, Mêrdîn û Edeneyê û fermandarên cendirmeyan ên Enqere, Çanakkale û Agiriyê ji wan encamên hilbijartiê xwestine û wiha got: “Gelo YSK’ê hûn peywirdar kirine?”   JI SER SINDOQAN VENEQETIN   18.12 - Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ev bang kir: “Ji ser sindoqan veneqetin.”   DEMÎRTAŞ: NIHA DEMA XWEDÎDERKETINA LI DENGAN E    18.08 - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş piştî bidawîbûna dengdayînê peyamek parve kir û wiha got: “Niha jî dema xwedîderketina li dengan e.”   LI CIZÎRÊ WELATÎ BI DARÊ ZORÊ JI BAXÇEYÊN DIBISTANAN HATIN DERXISTIN   18.02 -  Di dema hejmartina dengan de welatî li gelek baxçeyên dibistanan kom bûn. Lê polîsan bi darê zorê welatî ji baxçeyan derxistin.   ERDOGAN TÊKILDARÎ SINDOQAN DAXUYANÎ DA    17.28 -  Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da û wiha got: “Niha dema wê ye ku em bi awayekî xurt xwedî li sindoqan derkevin.”   SINDOQAN Û DENGAN BIPARÊZIN   17.23  - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê piştî ku sindoq hatin girtin ev bang kirin: “Sindoqan û dengan biparêzin.”   POLÎSAN BÊRÊBAZ DENG BIKAR ANÎNE   17.23 - Li Stenbolê gelek polîs bêyî ku belgeya wan a 142'yan hebe, deng bi kar anîn.    BEŞDARIYEK REKORÊ    17.22 - Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû diyar kir ku li 30 hezar û 850 sindoqên li Stenbolê dengdayîn pêk hatiye û got: “Em li Stenbolê li benda beşdariyek rekorê ne.”    AKP'Ê JI BO ENCAMÊN SINDOQA NEHATIYE VEKIRIN ÎTÎRAZ KIR    17.21 - AKP’ê li navçeya Navendî ya Rîzeyê ji bo encamên sindoqên nehatine vekirin îtîraz kir.   LI ÇEWLIGÊ CERDEVAN DIKEVIN KABÎNÊN DENGAN    16.55 -  Li navçeya Dara Hênê cerdevan tevî welatiyên temenê wan mezin dikevin kabîna dengdayînê û mudaxaleyî dayîna dengan dikin.   LEŞKERAN PUSULAYA HILBIJÊRÊ ASTENGDAR ÇIRAND   16.46 - Li navçeya Hezoyê leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand, têkildarî rewşê girtek hate girtin.    BAROYA AMEDÊ    16:42  - Baroya Amedê daxuyand ku 142 kesên ku bêyî haya wan jê hebe kirine endamên desteya hilbijartinê dikarin bêbelgeya 142’an dengên xwe bikar bînin.    LI USKUDARÊ AGIR BI DIBISTANÊ KET: AQÛBETA SINDOQAN NEDIYAR E!    16.50 - Li Uskudarê agir bi Lîseya Îmam Hatîbê ya Alî Fûat Başgîlê ket. Hat îdiakirin ku ji ber ku trafo teqiyaye agir bi dibistanê ketiye. Aqûbeta sindoqên li dibistanê nediyar e.   GILÎ HAT KIRIN    16:28 - Partiya Çepên Kesk û HDP’ê derbarê kesên yên di şûna hinek kesên din de deng bikar anîn, gilî kir.   JI ÎHD'Ê RAPORA HILBIJARTINÊ    16:29 - ÎHD, di rapora xwe ya der barê hilbijartinan de diyar kir ku li gelek bajaran ji bo AKP'ê dengên tomerî tên bikaranîn.    TEVÎ BÊUSULYAN JÎ GEL DIÇE SER SINDOQAN    16.27 -  Tevî bêusulî û binpêkirinên AKP’iyan ên li Kurdistanê jî gel diherike ser sindoqan û dengê xwe dide.   AKP BI KUMANYAYAN PROPAGANDAYÊ DIKE   16.16 - Têkildarî kumanyayên ku AKP’iyan li Konakê belav kirin û di nav de nîşeyên propagandayê hebûn de girtek hatin girtin.    16.11 - Li Navenda Giştî ya CHP’ê amadekariyên ji bo şopandina encamên hilbijartinê temam bûn. Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû derbasî navenda partiya xwe bû.    AKP'Î BI ÇEKAN LI SER SINDOQAN DIGERIN    15.57 - Şaredarê AKP’yî yê Adenîzê Mehmet Mustafa Gultak li gel parêzvanên xwe bi çekan li ser sindoqan digere. Namzetê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan bertek nîşan da û xwest girtek bê girtin.    15.57 - Jinên ku tundî li wan hatin kirin û biryara dûrxistinê dan wergirtin, bi agahiyên navnîşana girtî dengên xwe dan.    PUSULAYÊN BÊ MOHR DANE GUNDIYAN   15.56 - Li gundê Yarbaşiyê yê navçeya Sergolan a Semsûrê pusûleyên bê mohr dane gundiyan.   BÊYÎ HAYA WAN JÊ HEBE KIRINE PEYWÎRDARÊN SINDOQAN   15.43 - Nûnerê YSK'ê yê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, daxuyand ku Partiya Vatanê li Dîlokê bêyî haya welatiyan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan û got ku wan gilî kiriye.   LI NAVÇEYÊN STENBOLÊ NELIRÊTÎ   14.15 - Li navçeyên Stenbolê gelek nelirêtiyên di dema dengdanê de hatin tomarkirin.   NÛNERÊ YSK’Ê YÊ HDP’Ê TÎRYAKÎ: ALÎGIR Û XIZMÊN NAMZET Û RÊVEBERÊN AKP’Ê DENGÊN VEKIRÎ BIKAR TÎNIN   14.54 - Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku wan tespît kiriye ku birayên Serokê AKP’a Semsûrê li gel leşkeran li gund bi welatiyan dengên vekirî dane bikaranîn û ew ê li dijî hemû bêhiqûqiyan gilî bikin.   LI HERANÊ DENG BI VEKIRÎ Û BI KOMÎ HATIN DAYÎN   14.53 - CHP’ê dîmenên dema li navçeya Heranê ji bo Erdogan deng bi komî û bi vekirî tên dayîn parve kir.   LI SÊGIRKÊ CERDEVANAN PEYWIRDARÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK DERB KIRIN   14.43 - Sercerdevan Şehmûs Babat û zarokên xwe li Sêgirkê peywirdarên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk derb kirin û Serokê AKP’a Nisêbînê Latîf Ozel jî tevî parastvanên xwe yên çekdar zext li peywirdarên sindoqan kir.   AKP’IYAN ÊRIŞÎ PEYWIRDARÊN SINDOQAN Û MUŞAHIDAN KIRIN   14.17 - AKP’iyan li Edeneyê êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidên kirin ku li dijî bêusuliyan îtîraz kirin.   LI ŞIRNEXÊ GEF LI GUNDIYAN XWARIN, ŞANDE NEGIRTIN DIBISTANÊ, WALÎ MUŞAHID JI DIBISTANÊ DERXISTIN   14.16 - Li Cizîrê gef li gundiyan hat xwarin ku dengê xwe bidin AKP’ê, li Qilebanê jî destûr ji heyeta navneteweyî re nehat dayîn ku bikeve dibistanê, ji cerdevanan re wêneyên dengê wan hat xwestin û walî hemû muşahid ji Lîseya Şirnexê derxistin derve.   DEMÎRTAŞ: MIN DENGÊ XWE DA, GELO WE JÎ DA?   14.16 - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Edîrneyê girtî ye dengê xwe da û ev pirs kir: “Min dengê xwe da, gelo we jî da?”   MUŞAHIDÊN LI KANIYA XEZALAN Û KOLIKÊ LI DIJÎ DENGÊN BLOK DERKETIN HATIN DERBKIRIN   14.15 - Muşahidên Partiya Çepên Kesk û CHP’ê ku li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin.   LI AMEDÊ 200 KESAN BI SEDEMA ‘WEZÎFEYA XEYALÎ’ DENGÊN XWE BIKAR NEANÎN   14.01 - Li Amedê nêzî 200 kesî ji ber wek endamên desteya sindoqan hatin nîşandan rayên xwe nedan.     BI NÎŞANEYÊN SERKEFTINÊ ÇÛN SER SINDOQAN: ÎRO EW ROJ E    13.53 - Dengdayîna di hilbijartinên serokkomarî û yên giştî de didome. Li Amed û Dêrsimê welatiyên astengdar li gel refeqatvanên xwe çûn dibistanan û bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan.   MALBATA DENÎZ POYRAZ: ROJA HESABPIRSÎNÊ YE    13.52 - Dayik û bavê Denîz Poyraz dengên xwe dan û gotin: “Îro roja hesabpirsînê ye.”   CERDEVAN BI TIFINGÊ KETE DIBISTANÊ    13.44 - Cerdevanê ku li navçeya Giyadînê bi tifingê ketî dibistanê, li ser îtîraza peywirdarên Partiya Çepên Kesk ji hate derxistin.   JI YSK'Ê BIRYAREK GIRÎNG: GIRTEKAN DÊ BIDIN HEMÛ MUŞAHIDAN    13.35 - YSK têkildarî serlêdana Partiya Çepên Kesk a muşahîdan bersiv da û got: “Girteka encamên sindoqan dê bidin hemû muşahîdan.”   NEHIŞTIN JINA BÊYÎ AGAHIYA WÊ KIRIBÛN PEYWIRDARA SINDOQÊ DENGÊ XWE BIDE    13.21 - Welatiya bi navê Nefîat Aydemîr a 58 salî ku xwendin û nivîsandina wê tune ye, li Amedê tevî ku serlêdan nekiribû jî hat îdiakirin ku peywirdara sindoqê ye û nehiştin Aydemîr dengê xwe bide.   BI TUPÊ OKSÎJENÊ ÇÛN DENGÊ XWE DAN    13.04 - Li Riha û Amedê hinek hilbijêr bi tûpên oksîjenê çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.   YSK’Ê TÊKILDARÎ PUSULAYÊN BINÎQAŞ BIRYAR DA: DÊ BÊN QEBÛLKIRIN   13.01 - Di hinek pusulayên dengdayînê de mohra lê hatiye xistin, li ser navê namzetan xuya dikir. YSK’ê biryar da ku heke ev mohr li ser beşa navê namzetan lê ye xuya bike jî dê werin qebûlkirin.   HILBIJÊRÊ FELC BÛYE JI NEXWEŞXANEYÊ HAT RAYA XWE DA: DÊ TIŞTEK BIGUHERE   12.57 - Li Bodrûmê Necdet Ogûz ê 71 salî ku mehek berê felc bû, ji nexweşxaneyê ku lê tedawî didît hat dibistanê û dengê xwe da.   XIZMÊN NAMZETÊ AKP’Î ÊRIŞÎ MUŞAHIDAN KIRIN   12.52 - Xizmên namzetê AKP’î Farûk Kiliç xwestin dengên xwe komî bidin û muşahid an jî xwestin qeyd bikin. Li ser vê yekê êrişî muşahidên Partipya Çepên Kesk kirin.   HEVSEROKÊ KCD’Ê OZTURK DENGÊ XWE DA: XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN    12.44 - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li navçeya Rezana Amedê dengê xwe da û bang li ciwanan kir ku xwedî li deng û sindoqan derbikevin.   SANCAR DENGÊ XWE DA Û BANGA XWEDÎDERKETINA LI SINDOQAN KIR   12.44 - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar piştî dengê xwe da bang li hilbijêran kir û got: “Herin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin.”   HEVBERDEVKÊ HDK’Ê ÇÎÇEK DENGÊ XWE DA: DÊ ÎRO BIBE CEJNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ    12.27 - Hevberdevkê HD’ê Cengîz Çîçek dengê xwe da û wiha got: “Îro dê bibe cejna demokrasî û azadiyê.”   ERDOGAN DENGÊ XWE DA   12.26 - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li navçeya Uskudara Stenbolê dengê xwe da.   KILIÇDAROGLÛ DENGÊ XWE DA: DÊ BIHAR WERE VÎ WELATÎ   12.17 - Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû dengê xwe da û wiha got: “Dê ji vir û şûnde bihar were vî welatî.”   TURK Û AYDENÎZ DENGÊN XWE DAN: BILA BIBE DESTPÊKA HEYAMEK NÛ   12.16 - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Mêrdînê dengên xwe dan û gotin: “Bila bibe destpêka heyamek nû.”   HEWL DAN LI DIBISTANÊN EDENEYÊ KUMANYAYÊN BI AMBLEMA AKP’Ê BELAV BIKIN   12.13 - AKP’ê hewl da li Edeneyê kumanyayên bi amblema partiya xwe belav bike lê li ser îtîraza peywirdaran ev hewldan hate astengkirin.   BAVÊ HAKAN ARSLAN DENGÊ XWE DA: BILA HER KES DESTÊ XWE DEYNE SER WÎJDANÊ XWE   12.09 - Alî Riza Arslan ku hestiyên lawê xwe Hakan Arslan di kîsekî de radestî wî hatibû kirin piştî dengê xwe da got: “Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û dengê xwe bikar bîne.”   QEDEXEYÊN HILBIJARTINAN JI BO ERDOGAN DERBASDAR NÎNIN!   12.08 - Li gorî biryara YSK’ê qedexeya propagandayê ya hilbijartinan duh saet di 18.00’an de bi dawî dibû. Lê tevî qedexeyê jî posterên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên li arterên sereke hatin daliqandin li şûna xwe disekinin.   PIŞTÎ HEWLDANÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK WELATIYAN KARÎ DENGÊ XWE BIDIN   11.33 - Hilbijêrên ku li navçeya Şahînbey a Dîlokê bêyî agahiya wan weke peywirdarên sindoqan ên Partiya Vatanê hatin nîşandan û destûr nehat dayîn ku dengê xwe bidin, piştî Partiya Çepên Kesk ketî navberê karîn dengê xwe bidin.   SEROKÊ YSK’Ê YENER: DIVÊ PUSULAYA NAMZETAN NEYÊ XÊZKIRIN   11.21 - Serokê YSK’ê Ahmet Yener têkildarî bikaranîna dengan ev hişyarî da: “Divê ser navê tu namzetî neyê xêzkirin.”   AKŞENER: BIRYARA MILET DIDE LI SER SERÊ ME YE   11.09 - Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener li Stenbolê dengê xwe da û wiha got: “Miletê me yê ezîz çi biryarê bide, ev biryar li ser ser û çavên me ye. Îşalah dê her tişt baş û xweş bibe.”   LI ŞIRNEXÊ DENGDAYÎN BI BINPÊKIRINAN DEST PÊ KIR   11.02 - Li Şirnex û navçeyên wê kar û barê dengdayînê bi binpêkirinan dest pê kir.   MEXDÛRÊN ERDHEJÊ LI KONTEYNERAN DEST BI DAYÎNA DENGAN KIR   10.51 - Mexdûrên erdhejê yên Hatayê li ser sindoqên di bin konteyneran de hatine danîn dest bi dayîna dengan kirin.     LI KURSIYA BITEKER HAT Û DENGÊ XWE DA: BILA EV DÎKTATORÎ BI DAWÎ   10.35 - Welatiyê 75 salî Mahmût Ergîn ku ev 8 sal in di nav nivînande ye, bi kursiya biteker hate dibistanê û dengê xwe da. Ergîn got; “Tekane daxwaza min ew e ku ev dîktatorî bi dawî bibe û hemû kes aram bibe.”   LI SÊWEREGÊ ZEXTA DENG DAYÎNA VEKIRÎ   10.27 - Hate diyarkirin ku li Sêwrêgê kesên nêzî AKP’ê zexta deng dayîna vekirî li xizmên xwe û hilbijêrên din dikin.   ŞANDEYA ÇAVDÊRIYÊ YA NAVNETEWEYÎ HILBIJARTINAN DIŞOPÎNE   10.27 - Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî ku ji 403 kesan pêk tê û bi hevkariya ODIHR, OSCE PA û PACE hatiye Tirkiyeyê, hilbijartinan dişopîne.   PAGANÎ YÊ LI RIHAYÊ HILBIJARTINÊ ÇAVERÊ DIKE:TIRKIYEYEKE DEMOKRATÎK MIMKIN E    10.22 - Şaredarê Cenevreyê yê berê Rêmy Pagani ku li Rihayê hilbijartinê dişopîne got: “Daxwaza me hemûyan Tirkiyeyek demokratîk e. Em bawerin mimkûn e.”   AKIN DENGÊ XWE DA: EM Ê SERKEFTINA DEMOKRASIYÊ PÎROZ BIKIN   10.21 - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin dengê xwe da û wiha got: “Em ê di 15’ê gulanê de bi hev re serkeftina demokrasiyê pîroz bikin.”   ÛÇAR: BILA BIBE WESÎLEYA KOMAREKE DEMOKRATÎK   10.21 - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li Stenbolê dengê xwe da, bal kişand ku divê li Tirkiyeyê demokrasî bê avakirin û anî ziman ku dixwazin encamên hilbijartinê bibin wesîleya makeqanûneke nû û komareke demokratîk.   BÛLDAN DENGÊ XWE DA: DIVÊ EV PERGALA XERABIYÊ ÎRO BIÇE   09.45 - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Wanê dengê xwe avêt wiha got: “Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe.”   MALBATA ŞENYAŞAR DENGÊN XWE DAN   09.29 - Malbata Şenyaşar ku 783 roj in Nobeta Edaletê digire dengên xwe dan û ev peyam da: “Me ji bo pêşerojeke demokratîk peywîra xwe bi cih anî.”   LI QOSERÊ LI DIBISTANEKÊ DENGDAYÎN DEST PÊ NEKIR   09.13 - Li navçeya Qoserê piştî li Lîseya Anadolû ya Pîşeyî û Teknîkî ya Koçhîsarê kirariyên deng dayînê dest pê nekirin dor çêbû.   DENGDAYÎNA HILBIJARTINA DÎROKÎ DEST PÊ KIR   08.00 - Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û giştî, karê dengdanê saet di 08.00'an de dest pê kir. Dengdan dê heya saet 17.00'an bidome û paşê wê dest bi hejmartina dengan bê kirin.