Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran 2023-05-14 15:56:26   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundê Yarbaşiyê yê navçeya Sergolan a Semsûrê pusûleyên bê mohr dane gundiyan.   Keyayê gundê OLgûnlar ê girêdayî navenda Semsûrê Mehmet Bûlût, got "Erka her tiştî di destê min de ye" û li ser navê gundiyan ray da. PIştî ku endamên lijneya sindoqê mudaxile kirin, keya ji gund derket. Her wiha hat ragihandin ku li gundê Yenîce yê Semsûrê jî gelek eksan bi hev re deng bi kar anîne.    Hat hînkirin ku li gundê Yarbaşiyê yê navçeya Sergolan a Semsûrê pusûleyên bê mohr dane gundiyan.   RIHA   Li Taxa Esmekûlû ya navçeya Karakopru ya Rihayê jî, parêzerên ku nehiştin deng bi giştî bên bikaranînan, rastî êrişê hatin. Parêzeran zabitname amade kir û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dan. Her wiha parêzeran giliyê kesên ku êriş anîne ser wan jî kirin.