Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e 2023-05-14 13:53:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîna di hilbijartinên serokkomarî û yên giştî de didome. Li Amed û Dêrsimê welatiyên astengdar li gel refeqatvanên xwe çûn dibistanan û bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan.    Yek ji bajarên ku xelkê wê hêj di saetên serê sibehê de çûn ser sindoqê û kelecaneke mezin lê tê jiyîn jî Amed e. Li Amedê bi giştî 3 hezar û 737 sindoq hatin danîn û dê milyonek û 143 hezar hilbijêr dengê xwe bidin. Li navçeya Peyasê welatiyên kal û pîr ketin bin milê zarokan, çûn dibistanan û dengên xwe dan. Gelek welatiyên astengdar bi refeqeta xizmên xwe çûn dibistanan û dengên xwe dan. Yek ji navçeyên ku nifûsa wê zêde jî Rezan e. Li baxçeyên dibistanan ên navçeyê ji ber tevlibûna zêde, dorên dirêj çêbûn.    BI NÎŞANEYÊN SERKEFTINÊ ÇÛN SER SINDOQAN   Ciwanên navçeya Bajarê Nû ku cara ewil e dê dengê xwe bidin, bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan û wiha gotin: “Îro, ew roj e.” Her wiha gelek hilbijêr ji bo pêşîlêgirtina bêusuliyên di hilbijartinê de li baxçeyên dibistanan disekinin.    LI DÊRSIMÊ TEVLIBÛNEKE ZÊDE HEYE   Li bakurê Kurdistanê yek ji bajarê herî zêde polîtîkayên şerê taybet lê tên meşandin jî Dêrsim e. Welatiyên dêrsimî ji bo dengê xwe bidin herikîn ser sindoqan. Ji ber krîza mezin a aborî û pratîkên şerê taybet, gelemperiya nifûsa ciwan a bajêr koç kiriye. Welatiyên kal û pîr ên bajar jî tevî temenê xwe yê mezin jî li ser kursiyan, bi gopal û alîkariya welatiyan hatin dibistanan û dengê xwe dan.    Li Dibistana Navîn a Diyap Aga ya li Taxa Gazîkê du welatiyên kal ku hevjîn bûn, ketibûn bin milên hev û hatin dibistanê. Her du welatî rastî eleqeyeke mezin a hilbijêran hatin. Her wiha li heman taxê welatiyekê 85 salî jî bi tena serê xwe bi gopalê xwe hate dibistanê. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Kordu jî li heman dibistanê dengê xwe da û xwest ku hilbijartin bibe wesîleya aştî û demokrasiyê.