Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan 2023-05-14 13:35:32   ENQERE - YSK têkildarî serlêdana Partiya Çepên Kesk a muşahîdan bersiv da û got: “Girteka encamên sindoqan dê bidin hemû muşahîdan.”    Partiya Çepên Kesk serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û xwest sûretek girtekên encamên sindoqan bo muşahîdên wan jî bê dayîn. YSK’ê têkildarî serlêdana Partiya Çepên Kesk da. YSK’ê di bersiva bo Partiya Çepên Kesk de diyar kir ku biryar girtine ku wê girtekên encamên her sindoqê bidin hemû muşahîdên li wir amade ne.