Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere 2023-05-14 12:57:36   MÛGLA - Li Bodrûmê Necdet Ogûz ê 71 salî ku mehek berê felc bû, ji nexweşxaneyê ku lê tedawî didît hat dibistanê û dengê xwe da.    Li Mûglayê jî bi beşdariyek zêde dengdayîn didome. Li navçeya Bodrûmê Necdet Ogûz ê 71 salî mehek berê felc bûbû û li nexweşxaneyê tedawiya wî didome. Ogûz li ser sandalyeye bitekerlîk ji nexweşxaneyê hat dibistanê û dengê xwe da.    Ogûz ê li nexweşxaneyek taybet tê tedawîkirin li Dibistana Seretayî ya Neşe Dogan a Bodrûmê dengê xwe bikar anî. Necdet Ogûz diyar kir ku ev hilbijartin gelek girîng e û got: “Ez nexweş im jî lê min got ez ê dîsa jî werim dengdayînê. Çimkî ev hilbijartinek ku şansa dawî ye. Ez bi bawerim wê îro tiştek biguhere û ez gelek kêfxweş im.”