Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin 2023-05-14 12:44:34   AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li navçeya Rezana Amedê dengê xwe da û bang li ciwanan kir ku xwedî li deng û sindoqan derbikevin.   Li Amedê dendayîna hilbijartina dîrokî ji serê sibehê ve didome. Li ber dibistanan û li hundirê dibistanan xuya dike ku beşdariya hilbijartinê zêde ye.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk li Lîseya Anadolû ya Bagcilarê ya li navçeya Rezana Amedê dengê xwe da. Ozturk piştî dengê xwe da li ber deriyê dibistanê daxuyanî da û destnîşan kir ku ev hilbijartin ne hilbijartinek ji rêzê ye û ji bo Kurdistanê û Tirkiyeyê dîrokî ye. Ozturk da zanîn ku li hemberî wan partî tune ne, li hemberî wan pergala sedsalan heye û wiha got: “Li dijî kesên ku kurdan tune dihesibînin Partiya Çepên Kesk, yanî rêya sêyemîn heye. Rêya sêyemîn jî azadî, demokrasî û aştiyeke birûmet e. Me ji ber vê yekê got em ê biçin ser sindoqan. Em nêzîkatiya gelê xwe dibînin û ev roj dê bibe rojeke dîrokî. Ji bo siberoja gelê kurd û gelên Tirkiyeyê jî gaveke mezin îro tê avêtin. Em ê encamê jî jê bigirin.”   BANGA XWEDÎ DERKETINA SINDOQAN KIR   Ozturk bang li ciwanan kir û got: “Banga me li hevalên me û ciwanan e. Em xwedî li dengên xwe û sindoqên xwe derbikevin. Em nehêlin ku pisîkên derdorên me bikevin trafoyan. Tenê dengdayîn na, em xwedî li dengên xwe jî derkevin. Serkeftin a me û gelê me ye.”