Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî 2023-05-14 12:17:10   ENQERE - Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû dengê xwe da û wiha got: “Dê ji vir û şûnde bihar were vî welatî.”    Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li sindoqa hejmar 4221 a Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya li Çukurambar a Enqereyê dengê xwe da. Kiliçdaroglû piştî ku dengê xwe da axivî û wiha got: “Ez rêz û hezkirina xwe pêşkeşî hemû hemwelatipyên me yên çûne ser sindoqan û dengê xwe dayîn. Me hemûyan jî gelek bêriya demokrasiyê, bi hev re bûn, hevhembêzkirinê kiriye. Hûn dê bibînin, dê ji vir û şûnde bihar were vî welatî.”