Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin! 2023-05-14 12:08:27   AMED - Li gorî biryara YSK’ê qedexeya propagandayê ya hilbijartinan duh saet di 18.00’an de bi dawî dibû. Lê tevî qedexeyê jî posterên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên li arterên sereke hatin daliqandin li şûna xwe disekinin.    Posterên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku di dema referandûma Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê ya di sala 2017’an de bi mebesta propagandayê hatibû daliqandin û gelek caran tên nûkirin, li gel ku qedexeya hilbijartinê dest pê kiriye jî nehatin daxistin. Li Amedê di Hilbijartinên Giştî yên 2018’an de dadgehê bi sedema “Li dijî rêgeza wekheviyê ye” biryara daxistina wan dabû lê posterên Erdogan nehatin daxistin. Tevî ku duh saet di 18.00’an de qedexeya propagandayê dest pê kirin jî posterên Erdogan nehatin daxistin.    Di dema serdana Erdogan a Amedê de hejmara posterên wî yên bi stûnên ronîkirinê ve hatin daliqandin hatin zêdekirin. Posterên Erdogan hêj jî bi stûnên ronîkirinê yên li ser cadeyên Ekîncîler, Elazig, Cadeyên Balafirgehê, Qamişlo, Seyrantepe, Xaçerêya Tekelê, Rêbeja Riha-Amedê û arterên sereke yên li navçeya Bajarê Nû hilayîstî ne.    Posterên Erdogan ên di referandûma 2017’an de hatin daliqandin di referandûmek, 2 hilbijartinên parlamenteriyê, 2 hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartineke rêveberiyên herêmî jî di nav de bi giştî ev 6 hilbijartinin li şûna xwe disekinin.