Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir 2023-05-14 10:51:04 HATAY - Mexdûrên erdhejê yên Hatayê li ser sindoqên di bin konteyneran de hatine danîn dest bi dayîna dengan kirin.    Di erdhejên Mereşê de yek ji bajarê herî zêde hilweşiyayî jî Hatay bû. Li Hatayê sindoq di bin konteyneran de hatin danîn û mexdûrên erdhejê dest bi dayîna dengan dikin. Li bajar nêzî milyonek hilbijêr hene. Li Dibistana Seretayî ya Kemal Akbay a li navçeya Antakyayê 21 konteyner hatine danîn û ji ber dengdayînê doreke dirêj çêbû. Di heman demê li baxçeyên dibistanên bajar ên hilweşiyayîn jî kar û barê dengdayînê didome.