Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî 2023-05-14 10:27:51   RIHA - Hate diyarkirin ku li Sêwrêgê kesên nêzî AKP’ê zexta deng dayîna vekirî li xizmên xwe û hilbijêrên din dikin.    Hate diyarkirin ku li navçeya Sêwerega Rihayê li ser sindoqa Dibistana Seretayî ya Çînhîsar a Gundê Çînhîsarê li hilbijêrên ji bo hilbijartinên serokkomariyê û giştî dengê xwe bidin çûne wir zext tê kirin. Hilbijêrekî ku nexwest navê xwe bide anî ziman ku kesên nêzî AKP’ê li xizmên xwe û şêniyên gund zexta ku dengên xwe bi awayekî vekirî bidin.