Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin 2023-05-13 12:04:56   MÛŞ - Baroya Mûşê ku di demekî kêm ji hilbijartinê re mayî ye xebatên xwe yên ewlehiya sindoqê didomîne, anî ziman ku li bajêr dê 33 parêzer bi awayekî çalak bixebitin.    Baroya Mûşê dê di hilbijartinên Serokkomariyê û giştî yên 14’ê Gulanê bên kirin de 33 parêzeran li bajêr li qadan be. Di serî de Partiya Çepên Kesk partiyên mûxalefetê yên bikevin hilbijartinê, bi peywîrdarên sindoqan û muşahitan ewlehiya hilbijartinê didomînin.      MASEYA KRÎZÊ HATE AVAKIRIN     Parêzer Îlyas Acî yê ji Maseya Krîzê ya Hilbijartinê ya Baroya Mûşê da zanîn ku li bajêr ji bo ewlehiya sindoqan dê li bajêr 33 parêzer bi awayekî çalak li qadan bin. Acî, anî ziman ku wê li dijî binpêkirinan wê li qadê cih bigirin û wiha got: “Me ji bo ewlehiya sindoqan, dema bikaranîneke deng a xelet an jî binpêkirineke li dijî ûsûlê çêbû mudaxile bikin maseya krîzê ava kir. Di vê maseya krîzê de du hevalên me yên parêzer ên peywîrdar hene. Yek ji van parêzeran jî ez im. Agahiyên nelirêtiyên di qadê de çêbin wê li maseya krîzê kom bin. Dê li maseya krîzê bê çareserkirin. Me li herêmên hilbijartinê yên Mûşê hevalên xwe yên parêzer peywîrdarkirin.”   ‘EM Ê GUND BI GUND LI QADAN BIBIN’     Acî, bal kişand ku wê roja hilbijartinê navçe bi navçe, tax bi tax, gund bi gund bigerin û destnîşan kir ku ji bo li gundan û taxan tu nelirêtî çênebin hemû bergiriyên xwe wergirtine.    Aci, diyar kir ku hewl didin nelirêtiyan bi berpirsyarên dibistanê û muşahîtan çareser bikin û wiha got: “Dema nelirêtiyek çêbû heke berpirsyarên dibistanê û muşahîd çareser nekin, pirsgirêk dê ji maseya krîzê re bê ragihandin û hevalên me yên di maseya krîzê de peywîrdar dê arasteyî qadê bên kirin. Divê welatî nelirêtiyên ku çêbibin teqez ji me re ragihînin. Leşker û polîs bi tu awayî nikarin derveyî krîterên ku Lijneya Hilbijartina Bilind diyar kirine (biçek) bisekinin. Hem ji bo ji vê re bibin asteng hem jî ji bo ewlehiya welatiyan û di bin zextan de deng neyên bikaranîn hewce bike em ê bi hevalên xwe yên parêzer re di wê kêliyê de mudaxile bikin.”