Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin 2023-05-13 16:04:09 AMED - Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli name şand mitînga Amedê û xwest her kes dengê xwe bikar bîne û got: “Em ê bi hev re azad bibin.”    Mitînga Amedê ya Partiya Çepên Kesk li Qada ÎstasyonÂebi hemû coşa xwe didome. Hunermend Şehrîbana Kurdî derket ser dikê û gelê Amedê li ber stranên xwe coşand û kêfxweş kir.    Bi hezaran kes li qadê li ber stranên Şehrîbanê govend gerandin.    BANGA ‘BIBIN MUŞAHÎD’    Li ser dikê kêlî bi kêlî ji bo ewlehiya sindoqan banga “bibin muşahîd” hat kirin. Hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî derket ser dikê û wiha got: “Em bi mitînga xwe ya fînalê dê herka dîrokê biguherînin. Wê sibê di hemû sindoqan de kulîlkên azadiyê şîn bibin. Sibê wê di hemû sindoqan de Partiya Çepên Kesk şîn bibe.”    SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ: EM Ê BI SER BIKEVIN    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê nameyek bi deng şand. Demîrtaş ji nameya xwe de got: “Ez hemû kesî vedixwînim ser sindoqan ku wezîfeyê xwe pêk bînin. Bawer bikin em ê qezenc bikin. Teqez em ê bi ser bikevin.”    PEYAMA MIZRAKLI    Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku li cem Demîrtaş girtî ye jî name şand mitîngê. Mizrakli diyar kir ku ew dixwaze hemû amedî biçin dengên xwe bikar bînin û got: “Em ê bi hev re azad bibin.”    JI KAMAÇ BO SOYLÛ: 24 SAETÊN TE MA    Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehemt Kamaç jî axivî û wiha got: “Amedê îro peyama xwe ji dinyayê re ragihand. Hûn çi dikin bikin, hûnê nikaribin îradeya gelê kurd bişîkinin. Armanca me serkeftin e. Demek dirêje îktidar bi awayek dijwar bi ser me ve tê. Armanca wan ew e ku îradeya gelê kurd bişîkinin. Lê belê gelê kurd serî netewand.”   Kamaç bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û got: “Li Amedê binêre. Hûn nikarin îradeya gelê kurd bişikînin. 24 saetên te man. Wê ev gel te bişîne ser sergo.”