Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce 2023-05-13 13:37:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Hilbijartinê ya Bilind daxuyand ku dengên ku ji bo namzetê serokkomariyê Muharrem Înce yê ji namzetiyê vekişiya bên bikaranîn, dê derbasdar bên jimartin.    Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce ku bûbû namzetê serokkomariyê, du roj berê ji namzetiyê vekişiyabû. Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) têkildarî rayên ku ji bo Înce bên bikaranîn daxuyanî da. Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku rayên ji bo Înce werin bikaranîn, dê wek derbasdar bên jimartin û wiha got: “Birêz Muharrem Înce ji namzetiyê vekişiya. Me bi piraniya dengan vekişîna Înce ya ji namzetiyê qebûl kir. Her wiha biryar hat girtin ku dengên ji bo Înce bên bikaranîn dê derbasdar bên qebûlkirin.”