Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin 2023-05-13 11:47:13   DÊRSIM - Ji sê kesên ku ketibûn Çemê Mûnzûrê cenazeyê Azad Demîral hat dîtin. Beriya niha bi çend rojan jî cenazeyê her du ciwanên din hatibûn dîtin.    Sê ciwanên ji Amedê çûbûn navçeya Pulura Dêrsimê, di 21’ê nîsanê de otomobîla wan ketibû Çemê Mûnzûrê. Cenazeyê her sê kesan jî winda bûbûn. Cenazeyê du kesan çend roj berê hatibûn dîtin û cenazeyê mayî jî hat dîtin.    Cenazeyê Baran Asltantaş di roja 16’emîn de û cenazeyê Mehmetcan Demîral jî di roja 19’emîn de hatibûn dîtin.    Di roja 23’yemîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Azad Demîral hat dîtin. Cenazeyê Demîral ji bo otopsiye rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.    Piştî cenaze hatin dîtin xebata lêgerînê bi dawî bû.