Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin 2023-05-13 10:50:39   STENBOL - Malbata Şît bi malbatî ji bo ewlehiya sindoqan seferber bû û bûn muşahidên Partiya Çepên Kesk û malbatê banga parastina sindoqan kir.    Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 24 saet şûn ve dê hilbijartina Serokkomarî û Parlamenteriyê bê kirin. Partiya Çepên Kesk ku wê hevsengiya hilbijartinê biguherîne bênavber ji bo parastina sindoqan û hilbijartinê bang dike û xebatan didomîne. Malbata Şît guh da bang û daxwaza Partiya Çepên Kesk û ferdên vê malbatê hemû bûn muşahidên Partiya Çepên Kesk. Malbata Şît bang li ciwanan, jinan, kedkaran kir ku ji bo ewlehiya sindoqan bibin muşahîd û her kesî ku guhertinê dixwazin divê sindoqan biparêzin.    HEMÛ FERDÊN MALBATÊ BÛNE MUŞAHÎD   Malbata Şît ji gundê Beberek ê bi ser herêma Hoçvana Erdexanê ye. Ji ferdên malbatê Gulcan Şît destnîşan kir ku ew li navçeya Fatîha Stenbolê dijîn û hemû ferdên malbatê bûne muşahîdên Partiya Çepên Kesk. Şît anî ziman ku parastina sindoqan wek wezîfeyek û berpirsiyarek li ser milê xwe dibîne û got: “Divê her kes biçe ser sindoqan. Divê jin biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Bila netirsin û wezîfeyê bigirin ser milê xwe.”    ‘EM XWEDÎ LI RÛMET Û DENGAN DERKEVIN’    Ozcan Şît jî dibêje ew di sala 1995’an de di nav desteya avakirina HADEP’ê ya Erdexanê de cih girtiye û di heman demê de di nava kar û barên HADEP û DEHAP’ê de xebitî ye û ev bang kir: “Her kesê ku dixwaze ji rejîma AKP’ê xelas bibe, divê teqez bibe muşahîd. Dengê me rûmeta me ye. Divê em xwedî li rûmet û dengên xwe derkevin.”    RAYA XWE EWIL DIDE PARTIYA ÇEPÊN KESK    Ferdê malbatê yê herî biçûk Diyar Şît ê 19 salî ye û dê cara yekemîn dengê xwe bikar bîne. Diyar Şît destnîşan kir ku ew di hikûmeta AKP’ê de siberojek xweş û azad nabîne û lewma ew dixwaze kêliyek zûtir AKP têk biçe û lewma jî dê sindoqan biparêze. Şît anî ziman ku ew ê cara yekem dengê xwe bikar bîne û cara yekemîn bibe muşahîd û dengê wî ewil jî ji Partiya Çepên Kesk re ye.    Ferdên malbatê Hatîp Şît (29) û Şîlan Şît (22) jî bûne muşahîdên Partiya Çepên Kesk û ew ê li sindoqan xwedî derkevin û xwest her kes xwedî li sindoqan derkeve.    MA / Esra Solîn Dal