Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike 2023-05-13 10:35:56   STENBOL - Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku îktidar di mijara girtiyên nexweş de cihêkariyê kûr dike û ev yek li dijî rêgeza wekheviyê ye û di nava civakê de dubendiyê çêdike.    Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 651 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.    Gelek girtiyên ji doza Ergenekonê û Hîzbullahê hatin berdan. Herî dawî li ser fermana Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan Mehmet Emîn Alpsoy ê ku wek berpirsê leşkerî yê Hîzbûllahê tê zanîn û ji kuştina 3 kesan girtîbû li gel cezayê muebedê jî lê hatibû birîn hat berdan. Li gel vê yekê jî gelek girtî nexweş ku rewşa wan xedar e jî tevî raporên wan Saziya Tiba Edlî (ATK) “nikare di girtîgehê de bimîne” hene jî nayên berdan û bo wan gavek jî nayê avêtin.    Gulseren Yolerî   RAYEYA XWE ZÊDE KIRIYE    Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bertek nîşanî cihêkariya li ser girtiyên nexweş da û giştînameya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş weşandiye rayeya Serokkomar zêde kiriye û îtîrazî vê giştînameyê kirine. Yolerî da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş ketiye nava du lêvên serokkomar û got: “Ev yek ne rast e ku rewşa girtiyên nexweş di nava du lêvên serokkomar de be. Divê ku qanûnên ji bo girtiyên nexweş bên guhertin.”    ZÎNIYETA CIHÊKAR    Yolerî destnîşan kir ku rayeya efûyê ya serokkomar ku dê ji bo kê bikar bîne di nava civakê de rê li ber fikaran vedike û wiha got: “Serokkomar rayeyên xwe yên efûyê bi awayek cihêkar bikar tîne. Serokkomar Erdogan biryara berdan û efûya endamên Hîzbûllahê û Ergenokê û çeteyan dide. Lê girtiyên bi ser ji sedî 90 astengdar in û nexweş in û li ber mirinê nayên berdan. Ev zîhniyeta cihêkar a li girtiyan xuya dike û tê dîtin ku zîhniyeta cihêkar didome. Qanûna Înfazê ya Ceza li dijî rêgeza wekheviyê ye. Biryarên ku Serokkomar Erdogan digire jî vê newekheviyê hin bêtir kûrtir dike. Qanûna Cezayê Înfazê hem li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn e hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye. Pêwîste Serokkomar bi awayek bêalî van biryaran bide û tevger bike. Heke ev wisa bidome dê di navbera civakê de rê li ber dubendiyê vebike.”    KURD NAYÊN BERDAN, KUJERÊN WAN TÊN BERDAN    Yolerî anî ziman ku girtiyên nexweş li gel ku nexweş in jî nayên berdan û berdana wan tê astengkirin û got: “Herî zêde jî girtiyên kurd ên polîtîk nayên berdan û ji di bin tesîra rewşa neyînî de dimînin. Lê endamên Hîzbûllahê ku sûc kirine û cînayetan kirine, ji aliyê Erdogan ve tên berdan. Li ser daxwaz û armanca siyasî ev tên berdan.”