Banga ji bo mîtînga Amedê 2023-05-12 16:59:31   AMED - Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûrê serdana esnafan kir û ji bo mîtînga ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin bang kir.    Namzeta parlementeriyê ya Amedê Ceylan Akça, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek endamên Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûrê ya Amedê serdana dikandaran û welatiyan kirin. Dikandar û welatiyan şandeya Partiya Çepên Kesk bi dilgermî pêşwazî kir. Di serdanê de belavok hatin bealvkirin. Şandeyê ji bo beşdariya li mîtînga ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin, bang kir.    Di serdanê de welatiyan destnîşan kir ku ew dixwazin rojek berî rojekê ji desthilata AKP-MHP'ê xelas bibin û hêvî dikin ku dê Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de bi awayekî bihêz bi ser bikeve.