Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir 2023-05-12 16:47:03   SÊRT - Endamê Meclisa Şaredariya Berwarî yê AKP’yî Cevher Batûr ji partiya xwe îstîfa kir.    Beriya hilbijartinên serokkomariyê û giştî îstîfayên ji nav AKP’ê didomin. Endamê Meclisa Şaredariya Berweriyê û wekîlê şaredarê berê Cevher Batûr ji meclise û endamtiya AKP’ê îstîfa kir. Batûr ji Ajansa Mezopotamya re axivî û got: “Bêhiqûqî û bêedaletiyek giştî heye. Min vê îstîfayê ne ji bo xwe ji bo civakê guncav dît.”