Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê 2023-05-12 16:08:50   ENQERE - Turkcell a ku rêveberên wê bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tên nasîn, ji xebatkarên xwe re peyam şandiye ku di diroka hilbijartinê de xebata binesaziya teknîkî bi rê ve bibin û dê ketin û derketina li plaza û ofîsan nebe.    Rêveberiya Turkcellê ku ji xebatkarên xwe yên navendî yên li Stenbolê re name şandiye ku wê di navbera 12’ê gulanê û 15’ê gulanê roja duşemê de xebata binesaziya teknîkî bê kirin û ji ber vêy ekê jî wê ketin û derketina plazayan û ofîsan ji bilî rewşên ne mecbûrî be dê neyê kirin. Turkcellê di peyam ango daxuyaniyê de da zanîn ku wê di navbera van dîrokên navborî de pêwendiya VPN2ê jî neyê kirin.