Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn 2023-05-12 13:45:22   WAN - Partiyên Çepên Kesk amadekariyên mitînga fînalê ya li Wanê bi dawî kir. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn banga beşdariya mitîngê kir.    Partiya Çepên Kesk sibê li Wanê di çarçoveya hilbijartinên 14’ê Gulanê de mitînga fînalê li dar dixe. Mitîng saet di 13.00’an de li Qada Beşyolê dê bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya beşdarî mitîngê bibin û wê hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jiyan jî derkevin ser dikê.   ‘WERIN EM DI MITÎNGÊ DE BERSIVA FAŞÎZMÊ BIDIN’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn hemû xelkê Wanê vexwend mitîngê. Karakoyûn diyar kir ku ew di pêvajoyek girîng de derbas dibin û wiha got: “Ev demek dirêj e em bi vê zîhniyeta faşîst re rûbirû mane. Dengek jî tu bikar bîne. Ji bo dengekî jî tu derdora xwe qanih bike. Em ê destûr nedin vê faşîzmê. Ji bo em faşîzmê têk bibin, roja 14’ê Gulanê em ê biçin ser sindoqan. Em hemû xelkên xwe vedixwînin mitînga me ya fînalê. Ji bo mitînga me ya fînalê bi heybet derbas bibe, beşdarî wê gelek bi watedar û girîng be. Em bawerin em ê bi enerjiya xwe ya berz û motivasyona xwe ya xurt bersiva vê faşîzmê bidin. Gelê Wanê wê vê faşîzma pê re rûbirû maye, li Qada Beşyolê teşhîr bike. Werin em hemû bi hev re xwedî li sindoqan derkevin, dengê xwe bi kar bînin û hem jî em di mitînga me ya mezin de bersivê bidin faşîzmê.”