Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand 2023-05-12 13:14:42   AMED - Li Dêrsimê ji sala 2020’an vir ve ji Gulistan Dokûyê agahî nayê girtin, malbata Dokû bi nameyekê bang li namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû kir.    Malbata Gulistan Dokû ya li Dêrsimê ji 5’ê çileya 2020’an ve winda bû û agahî jê nayên wergirtin bi nameyekê bang li namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû kir.    Malbatê di nameye de wiha got: “Heke hûn bi tercîha vî gelê li edaletê digere bibin serokkomar vê pêvajoyê ji nû ve bigirin dest û ji me re aşkere bikin ku çi li keça me hatiye. Bikin ku kesên ji vê bûyerê berpirsyar derkevin pêş darazê û cezayê pêwîst bigirin.”   ‘EM HER SANIYEYÊ DIJMÊRIN’    Malbatê diyar kir ku yek ji malbatên ku bi hêviyeke mezin li benda 14’ê Gulanê ne û xwest weke Malbata Şenyaşar Kiliçdaroglû ji Malbata Dokû re jî bibe deng. Di berdewama nameyê de ev tişt hatin gotin: “Em kî ne? Em malbateke di halê xwe de li dewleta Komara Tirkiyeyê dijiyan. Esas em malbatek bûn. Ta ku keça me Gulistan Dokû li bajarê we Dêrsimê di 5’ê çileya 2020’an winda bû. Hezar û 227 roj derbas bûn ne hesan e. Pîrê min me dest ji salan berda, em her roj her hefte, her roj, her saet, her saniye dijmêrin. Hem ji hesreta keça me hem jî ji hesreta edaletê. Em di bînin ku hûn hewl didin li her derê bibin dengê mirovên bi bêedaletiyê re rûbirû ne.”   Di nameyê de ku hat diyarkirin ku Gulistan 3 sal û nîv e li Dêrsima ku ji her alî ve bi kamerayan hatiye dorpêçkirin winda ye û hat diyarkirin ku yekane gumanbar Zeynal Abarakov divê di lêpirsîneke bi bandor de derbas bibe û bê darizandin