Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerokOHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin 2023-05-12 10:00:51   STENBOL - Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Stenbolê Zeynep Çelîk diyar kir ku wê 5 hezar parêzer û ekîba gerok roja roja hilbijartinê dê li hemû dibistanan li ser sindoqan bin. Hevserokên Giştî yên OHD’ê Serhat Çakmak û Ekîn Yeter jî gotin dê roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li qadê bin.    Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 14’ê Gulanê hilbijartinek krîtîk ya dîrokî dê bê kirin. Bi deh milyonan hilbijêr wê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Bajarê herî qelebalix û hilbijêrên wê pir in Stenbol e. Wê li Stenbolê 30 hezar û 803 sindoq li dibistanan bên danîn û 11 milyon û 350 hezar û 969 hilbijêr deng bi kar bînin. Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de 5’ê gulanê Koordînasyona Hilbijartinê ya Stenbolê hat avakirin. Koordînasyon ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê, Yekitiya Hêza Sosyalîst û Halkevlerî ve hat damezrandin. Wê ev koordînasyon li 39 navçeyên Stenbolê ji bo ewlehiya hilbijartinê kar bike û rê li ber binpêkirinên mafan bigire. Beriya hilbijartinê li 39 navçeyan perwerdehî dan parêzerên dilxwaz û muşahîdan.    DÊ 5 HEZAR PARÊZER LI QADÊ BIN    Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Stenbolê Zeynep Çelîk diyar kir ku li Stenbolê bi zêdeyî 5 hezar parêzer, ekîbên gerok û navenda kordînasyona krîzê ji hilbijartinê re amade ne. Çelîk da zanîn ku ew ê di roja hilbijartinê de li ser erka xwe bin û di parastina sindoqan de beriya her tiştî bikaranîna dengan tê. Çelîk anî ziman ku yên ku navnîşana xwe ranegihandine dikarin li navnîşana xwe ya berê dengên xwe bikar bînin.    WÊ LI STENBOLÊ PARÊZER LI HEMÛ DIBISTANAN AMADE BIN    Çelîk da zanîn ku komîsyonek ji hiqûqzanan pêk tê hatiye avakirin û wê parêzer li hemû dibistanên Stenbolê li ser sindoqan wezîfeyê bikin. Çelîk anî ziman ku wê parêzer, muşahîdên dibistanan û wezîfedaran sindoqan û her wiha ekîbek gerok dê roja hilbijartinê bixebitn da ku hilbijartin bi selametî derbas bibe. Çelîk bang li hilbijêran kir ku roja hilbijartinê li dijî her cûre hîleyan hişyar bin û got: “Hilbijartinek krîtîk e. Çimkî 20 saniyeyê em ê winda bikin jî nîne. Êdî bes e. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku wê rojê dengê xwe bidin, li dijî bêhiqûqiyên ku dê çêbibin têbikoşin û çav û guhên wan li ser sindoqan bin. Bi taybetî ez bang li her kesî dikim ku guh bidin bangên koordînasyona ewlehiya hilbijartinê û parastina sindoqan bikin. Em xwedî li sindoqan derkevin.”    OHD: HEZAR Û 600 PARÊZER DÊ LI QADAN BIN    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dê roja hilbijartinê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezar û 600 parêzeran li qadê bin û hewl bide parastina sindoqan û ewlehiya hilbijartinê bike. OHD’ê ragihand ew ê li 81 bajaran bi hezar û 600 parêzeran li qadê bixebitin. Hevserokên Giştî yên OHD’ê Serhat Çakmak û Ekîn Yeter ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser ewlehiya hilbijartin û bang li her kesî kirin ku sinoqan biparêzin. Hevserokan da zanîn ku ew ê hevalên wan parêzer li dijî binpêkirinên mafên hilbijartinê amade bin û mudaxileyî binpêkirinan bikin û çavdêriyan dê bikin.