Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî 2023-05-12 09:52:38   ŞIRNEX - Li Cizîrê zarokê bi navê Ferhat Tadîk ê 15 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê kurê rêveberê Partiya Pêşerojê Kukel Tadîk, Ferhat Tadîk ê 15 salî duh bi şev bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdia kirin ku Tadîk li mala lê dijiya, xwe bi çekê kuştî ye. Piştî malbata pê hesiya tîmên tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, tespît kirin ku Tadîk jiyana xwe ji dest daye û ji bo otopsiyê cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Cenazeyê Tadîk piştî otopsiyê li Goristana Asrin ya Cizîrê hate definkirin.    Hate hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.