Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin 2023-05-12 09:35:19   ÊLIH - Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku dê di roja hilbijartinê de bi dehhezaran dilxwazan li ser sindoqan bin û banga li muxalefetê kir ku li berpirsyartiya xwe rabe.    Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê 2 roj man lê hêj jî nîqaşên li ser ewlehiya hilbijartinê didomin. Partiya Çepên Kesk amadekariyên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê temam kir û bi avakirina Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê re dê ewlehiya hilbijartinê biparêze. Li dijî senaryoyên cuda, Partiya Çepên Kesk dê bi 100 hezar dilxwaz û 3 hezar parêzeran sindoqan biparêze û li 81 bajaran 190 hezar û 736 sindoqan di bin çavdêriya wê de bin.    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê û Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Mehmet Ruştu Tîryakî, têkildarî xebatên ji bo ewlehiya hilbijartinê axivî. Tîryakî, anî ziman ku yek ji mijarên herî girîng ewlehiya hilbijartinê ye û wiha got: “Ewlehiya hilbijartinê ew e ku hilbijêr bizane bê ka dengê wî/wê ji bo kîjan partiyê çû ye. Ji zû de ye ewlehiya hilbijartinê di rojeva Tirkiyeyê de ye. YSK bi biryarên xwe fikaran di serê xelkê de çêdike. Tiştên neyînî yên di hilbijartinên berê de çêbûn, vê fikara gel zêdetir dike. Weke tê zanîn, dengên komî derdiketin. Li gelek cihan û di sindoqan de tevahiya dengan ji bo îktîdarê diçûn. Heta dîmenên vê jî hatin parvekirin. Her wiha hat dîtin ku li şûna kesên mirî deng hatine dayîn. Mijara ewlehiya hilbijartinê yekser ji ber biryarên YSK’ê bi xwe ye. Ya din jî li hinek cihan bi hîleyan deng tê dayîn.”    DENGÊN LI HERÊMÊN ERDHEJÊ   Bi domdarî Tîryakî anî ziman ku erdhejên Mereşê dê bandorê li hilbijartinê bike û wiha pê de çû: “Xetere li ser ewlehiya dengên li herêmên erdhejê heye. Gel bifikar e ku li şûna kesên jiyana xwe ji dest dane deng bên bikaranîn. Heke partiyên muxalîf xwedî li sindoqan derkevin, dê tiştekî wiha mimkin nebe. Her wiha her yek ji van sûcekî mezin ê hilbijartinê ye. Divê bên darizandin û cezakirin. Hêvîdarim tu kes tenezûla vê neke. Ji herêma erdhejê zêdetirî milyonek û 600 hezar kes koçî herêmên cuda kiriye. Ji bo ev hilbijêr dengê xwe bidin heta niha ne YSK’ê ne jî îktîdarê tiştek nekiriye. YSK dibêje di vê mijarê de tu rayeyên wê nînin. Ji bo ku ev kes li cihê lê dimînin dengê xwe bidin hikûmet tu xebatan nake. Lê divê di mijara veguhestina van kesan de îktîdar bi rola xwe rabe. Lê di vê mijarê de tu gav nehatine avêtin. Lewma hem em hem jî partiyên muxalîf hewl didin di vê mijarê de rola xwe bilîzin.”   REWŞEKE NEWEKHEV HEYE   Di berdewamê de Tîryakî bi lêv kir ku rewşeke newekhev hatiye afirandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek jî li ser ewlehiya hilbijartinê gefeke. Beşeke mezin a medyaya navend û çiravê weke amûra propagandayê ya îktîdarê dixebitin. Bi tu awayî cih nadin Partiya Çepên Kesk û yên muxalîf. Tenê dema gef tên xwarin, heqaret û tawanbarî tên kirin navê me derbas dibe. Lê bi tu awayî mafê bersivdayînê nayê dayîn. Beşa ji xwe re dibêje muxalîf jî zêde cih nade Partiya Çepên Kesk. Lewma em di rewşeke newekhev de dikevin hilbijartinê. Her wiha bi operasyonên her roj re dixwazin muxalefetê bêzar bikin. Cîgirên hevserokên me yên giştî hatin binçavkirin, bi dehan rojnameger, parêzer, rêveberên partiyê hatin binçavkirin. Ev tevek jî li ser hilbijartinê gef in. Lewma divê em li dijî vê têbikoşin û ewlehiya hilbijartinê biparêzin.”    DÊ BI DEHHEZARAN KES LI SER SINDOQAN BIN    Tîryakî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybet jî em ê li gelemperiya bajarên Kurdistanê ewlehiya hilbijartinê biparêzin. Ji bo vê jî me bi dehhezaran hevalên xwe weke muşahid peywirdar kirine. Zêdetirî 2 hezar hevalên me yên parêzer jî dê bixebitin. Bi vê yekê em ê sindoqan biparêzin. Em bi navê Partiya Çepên Kesk dikevin hilbijartinan lewma endamên me yên Lijneya Sindoqan nînin. Lê em ê bi muşahid, berpirsyarên dibistanan, bi parêzeran û bi hevalên me li navenda giştî, navçe û navendan peywirdar kirin re dê ewlehiya sindoqan biparêzin. Her wiha bernameyên me pêşxistin hene. Em ê teqez daneyên girtekên bi îmzeya şil lê bar bikin. Em ê van daneyan û yên YSK’ê bidin ber hev û dema em bi xeletiyan hesiyan jî ji bo sererastkirinê dê tavlilê îtîraz bikin.    BANG LI MUXALEFETÊ KIR   Banga min ji bo muxalefetê ew e ku di mijara parastina sindoqan de bi berpirsyarî tevbigerin. Heke hejmareke baş a peywirdaran bi cih bikin, li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê em ê beşdarî kirariya yekkirinê bibin. Heke bi hev re îtîraz were kirin dê pirsgirêka ewlehiya hilbijartinê jî nemîne. Her wiha Belgeya 142 girîng e. Fikar hene ku hêzên ewlekariyê bi belgeyekê gelek caran deng bidin. Di demên berê de jî ev fikar hebû. Weke HDP’ê ji bo ku Belgeyên 142 zêde neyê dayîn, me gelek hewl da ku hemû peywirdar li lîsteyên hilbijêran bên qeydkirin. Em hewl didin hêzên ewlekariyê û cendirme, peywirdarên sindoqan û ajokarên wan li lîsteyan zêde bikin. Me muşahid û endamên lijneya sindoqan di vê mijarê de perwerde kirin. Divê dema deng hate dayîn, ew belge ji wan were girtin da ku nekarin careke din deng bidin.”    MA / Fethî Balaman