Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan 2023-05-12 09:02:48   HATAY - 5 meh di ser erdhejê re derbas bûne, lê hê jî tu tişt neguheriye. Li Hatayê mexdûrên erdhejê gotin: "Tenê armanceke me heye, ew jî şandina vê desthilatê ye."    Li Hatayê ku bandoreke pir mezin ji erdhejên Mereşê yên 6'ê Sibatê girt, hê jî gelek pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Mexdûrên erdhejê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr îşaret bi hilbijartinên 14'ê Gulanê kirin.    Nevzat Atakan ku di erdhejê de xaniyê wî hilweşiya, ji bo dengdanê hat bajêr. Atakan bilêv kir ku di ser erdhejê re 95 roja derbas bûne, lê pirsgirêk hê jî wekî berê ne û got: "Ferqek heye. Kesekî sax di bin kavilan de tune ye." Atakan anî ziman ku li benda hilbijartinê ne û got: "Armanca me diyar e. Werin em bi hev re dengê xwe bi kar bînin û bi hev re bi ser bikevin. Armanceke me tenê heye. Ew jî em vê desthilatê bişînin û bi desthilata nû jiyana xwe bidomînin."    ‘EM Ê HESABÊ ERDHEJÊ BIPIRSIN'   Atakan destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinê de hesabê erdhejê bipirsin û got: "Hinceta me ya ewil, em mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Hinceta me ya duduyan jî, em ji vê desthilatê bêzar bûne ku mirovan biçûk dixe, gefan li her kesî dixwaze, her kesê ne ji xwe wekî 'terorîst' îlan dike. Ev desthilat nikare tiştekî bide me."    'JIN DÊ VÊ DESTHILATÊ BIŞÎNIN'   Ji mexdûrên erdhejê Selma Alkan jî destnîşan kir ku 3 meh di ser erdhejê re derbas bûne lê tu tişt nehatiye kirin û got: "Em ê di vê hilbijartinê de tiştekî bi xêr bikin. Dê her tişt baş bibe. Jin dê vê desthilatê bişînin û dê bi ser bikevin. Em ê hesabê tiştên ku hatine serê me bipirsin."    Çîgdem Bostanci jî da zanîn ku hemû xizmên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Dewletê alîkariya me nekir. Me bi destê xwe hezkiriyên xwe ji nava betonê derxist û me bi derfetên xwe ew defin kirin. Di dawiya roja sêyan de koma AFAD'ê wekî dilxwazan hat taxa me û gava hatin ne ekîpmana wan hebû ne jî tiştekî din. Gava hatin hîltî, jenerator, motor, mazot û hwd. ji me xwestin. Ne pêkan bû ku em wan tiştan peyde bikin. Heya roja dehan jî me tu tişt nedît. Paşê em ji bo demekê ji vir çûn û cardin vegeriyan. Tu tişt neguheriye."    MA / Mujdat Can