Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye 2023-05-12 09:01:58   SEMSÛR - Nûriye Arslan ji bo dermankirina kurê xwe Mehmet Arslan ku 3 sal berê bi motorê qeza kiriye û ji wê çaxê ve ne li ser hişê xwe ye, banga alîkariyê kir.    Mehemet Arslan (32) di sala 2019’an de li gundê Pinarbaşi yê navçeya Bêhiştî ya Semsûrê bi motorê qeza kir. Arslan ji wê çaxê heya niha ne li ser hişê xwe ye û di nava ciyan de ye. Dayika wî Nûriyê Arslan bi lêv kir ku di van 3 salan de tevî serlêdanên wan ên nexweşxaneyan jî kurê wê nehatiye dermankirin û ew bi derfetên xwe ji bo dermankirinê çûne Dîlokê nexweşxaneyeke taybet, lê ji ber erdhejê neçar mane ku vegerin gundê xwe.    ‘ELEQEDAR NEBÛN’   Nûriye Arslan ku em li mala wê ya li gund pê re axivîn, anî ziman ku heke kurê wê baş bê dermankirin wê rabe ser xwe û ev tişt gotin: “Piştî ku qeza kir 3 mehan li Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê di lênerîna awartê de ma. Pişt re jî baş nehat dermankirin. Ji ber vê em şandin gund. Em çûn kîjan nexweşxaneyê ji me re gotin ‘hişê wî çûye, nayê dermankirin.' Lê bijîşkên pîspor ên mêjî jî gotin heke baş bê dermankirin wê rabe ser xwe. Li nexweşxaneya Enqereyê ji me re gotin, hişê wî çûye, tiştekî ku ew bikin tune ye û em şandin malê. Tevî serîledanên me yên nexweşxaneyan jî tu kes eleqedar nebû. Ji ber vê jî ji bo li nexweşxaneyeke taybet bê dermankirin em çûn Dîlokê. Nêzî 2 sal û nîvan em li wir man, lê ji ber ku avahiya ku em lê diman di nexweşxaneyê de xesar dît, em neçar man ku vegerin gund.”   BANGAWAZÎ   Arslan di berdewam axaftina xwe de destnîşan kir ku ew hem ji aliye aborî hem jî ji aliyê manevî ve ketine tengasiyê û ji bo dermankirina kurê xwe bang kir: “Zarokên min ên din li derveyî bajêr in, bavê wan jî dixebite, ji ber vê jî ez tenê li kurê xwe dinerim. Hemû pêdiviyên wî ez dabîn dikim. Ji berê potikên bin didan, lê niha nadin. Paçek bûye 270 TL. Dahata me tenê meaşê me yê teqawidbûyînê ye û û zeviyeke me heye, wekî din pereyên me tune ne. Tenê daxwaza me dermankirina kurê min e. Banga min ji bo hemû xêrxwaz û saziyan e ku alîkariya me bikin. Heke dermankirineke baş bê kirin, kurê min wê rabe ser pêyan.”   MA / Mahmût Altintaş