Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin 2023-05-11 16:29:21   ENQERE – Bi hinceta ku tev li Meşa Rûmetê bûne, derheqê 42 kesan de doz hatibû vekirin û danişîna ewil a dozê hate lidarxistin.    Bi hinceta ku tev li 2’yemîn Meşa Rûmetê ya Enqereyê bûne, derheqê 42 kesan de bi hincetên “Muxalefeta li dijî Qanûna hejmar 2911 a Qanûna Civîn û Xwepêşandanan” û “Ji bo nehêlin peywirdar karê xwe bikin li ber xwe dane” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 52’yemîn Dadgeha Giştî ya Enqereyê hate lidarxistin. Ji 42 kesan bi giştî 31 kes û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    POLÎS JI EYWANÊ HATIN DERXISTIN   Di dema tespîtkirina nasnameyan de deriyê eywanê vekirî bû û hêzên ewlekariyê diketin eywanê û derdiketin. Parêzer li dijî vê derketin û gotin; “Ev kes bi çekên xwe dikevin eywanê û dibe ku di danişînên pêş de weke şahid lê were guhdarîkirin.” Li ser vê yekê polîs ji eywanê hatin derxistin.    TAWANBARÎ HATIN REDKIRIN    Kesên dihatin darizandin diyar kirin ku mafên xwe yên qanûnî bi kar anîne, xwestine meşeke aştiyane li dar bixin lê polîsan ew bi îşkenceyê binçav kirine û tawanbarî red kirin. Bersûcan da zanîn ku polîsan ew ji pişt ve kelemçe kirine, bi saetan wisa mane û diyar kirin ku divê ew polîs bên darizandin.     Dadgehê, danişîna dozê taloqî 22’yê hezîranê kir.