Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin 2023-05-11 15:44:42   STENBOL - Partiya Çepên Kesk li Stenbolê bi ciwanan re civiya. Ji namzetên parlamenteriyê Cengîz Çîçek di civînê de bal kişand ser hejmara zêde ya polîsan û wiha got: “Ciwanên ku difikirin û dipirsin wan ditirsînin.”    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Kadikoy, Fatîh û Bahçelîevlerê bi ciwanan re civiya. Hevdîtina li Fatîhê, li Taxa Samatyayê hate lidarxistin û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek, Sirri Sureyya Onder, Hasan Cemal û Ozgu Sakî tev li bûn. Ji ewil taştê hate kirin û piştre jî endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Ramazan Ozdemîr axivî. Ozdemîr anî ziman ku di pêvajoyeke girîng de ne û bal kişand ser rola ciwanan.    HÊZA GUHERÎNÊ    Piştre jî ji namzetan Cengîz Çîçek axivî û wiha got: “Gavek berê dema hatim vê derê, min dît ku gelek polîs li vir hatine rêzkirin. Hevalno, ez bi sala ye di nava vî karî de me û wisa dibêjim. Çima tên? Ji ber ku aqilekî dewletê yê kombûyî heye. Ew aqil vî tiştî ji Denîz Gezmîşan, ji Erdal Erenan, ji Îbrahîm Kaypakkayayan pir baş dizane. Ji ber ku ciwan dipirsin, xwe diguherînin û veguherînê ferz dikin.”    Ğiştî axaftina Çîçek, hevdîtin bi bersivandina pirsên ciwanan bi dawî bû.    SERKEFTIN NÊZ E    Li navçeya Kadikoyê jî bi ciwanan re hevdîtin hate kirin û namzeta parlamenteriyê Dêrsim Dag tev li bû. Di hevdîtinê de ji ewil taştê hate kirin. Piştre jî Dag axivî û got ku serkeftina wan nêz e. Dag, anî ziman ku ji bo hilbijartinê 3 roj mane û divê ji bo welatekî bihêvî divê hîn bêhtir bixebitin.    Piştî axaftina Dag, ciwanên Partiya Çepên Kesk ji Kolana Halîtaga ve dest bi belavkirina belavokan kirin. Ciwan, heta standa Partiya Çepên Kesk a li Rihtima Kadikoyê bi dirûşmên “Deng ji bo Partiya Çepên Kesk” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” meşiyan. Ciwanên ku gihiştin standê, li ber stanan govend gerandin û tililî avêtin. Welatiyên ku tililiyên ciwanan bihîstin jî bi çepikan piştgirî dan.    Namzetê parlamenteriyê Kerem Firtina jî tev li hevdîtina li navçeya Bahçelîevlerê. Hevdîtin, piştî xwarina taştê û axaftinan bi dawî bû.