Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand 2023-05-11 14:20:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce xwe ji namzetiya serokkomariyê vekişand.    Serokê Giştî yê Partiya Memleketê û namzetê serokkomariyê Muharrem Înce li pêşiya Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da. Înce têkildarî namzetiya xwe wiha got: “Ez vê yekê ji bo welatê xwe dikim. Min hewl da rêyeke din vekim. Dema winda kirin bila sûcê xwe nexin stûyê min û tu hincetên wan nemînin. Nexwe dê di sibeha hilbijartinê de hemû sûcê xwe biavêjin stûyê me. Ez xwe ji namzetiya serokkomartiyê vedikişînim.”