Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin 2023-05-11 13:11:32 EDENE - Di danişîna doza êrişa çekdarî ya li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê de dozger bal kişand ser têkiliya bersûcan a bi DAIŞ’ê re û xwest ku cezayê hefsê lê were birîn.    Kesên sûriyeyî yên bi navên Ammar Hasan, Beşşar Elalî û Mahmût Kendîrîcî di 16’ê sibatê de bi çekan  êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya navendî ya Edeneyê Yuregîrê kiribûn. Derheqê her sê êrişkaran de bi sedema “Madeyên talûke bêyî destûrê li gel xwe girtine û dest guherandine”, “Ziradayîn a avahî, tesîs an jî malê partiyên siyasî yan jî saziyên pîşeyî” û “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat lidarxistin. Her sê bersûc jî tev li danişînê nebûn û parêzerên wan jî hincet nîşan dan û tev li nebûn.    'DOZGER CEZAYÊ HEFSÊ XWEST’   Dozger, mutalaaya xwe ku di rûniştina berê de xwendibû dubare kir û bal kişand ser têkiliya bersûcan a bi DAIŞ’ê re. Dozger xwest ku bersûc ji sûcên “Kirîna fîşekên çekên bêruxset yan jî li cem xwe girtin an jî veguhestin”, “Li cem xwe girtina madeyên talûke ya bêyî destûr an jî destguherandinê” û “Li gel ku endamê rêxistinê nîne jî lê li ser navê rêrêxistinê sûc kiriye” cuda cuda bên darizandin û cezayê hefsê lê were birîn.    GIRTEKA DÎMENAN PÊŞKEŞÎ DADGEHÊ HATIN KIRIN   Piştre jî girteka dîmenan pêşkeşî dadgehê hat kirin. Di girtekê de her kêliyên êrişê yek bi yek hatin vegotin.    Midûriyeta Laboratuara Polîsên Krîmînal a Herêmê ya Edeneyê jî di rapora xwe ya pisporiyê de destnîşan kir ku demancaya di êrişê de hatiye bikaranîn bi berê 7.65 e û bi tîpa 17mm ye.    Şandeya dadgehê ji bo biryarê danişîn taloqî 13’ê tîrmehê kir.