Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir 2023-05-11 12:36:01   RIHA - Ferît Şenyaşar ê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, bal kişand ser danişîna wan a sibê were lidarxistin û ev bang kir: “Em hemû parazvanên maf vedixwînin doza me.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daeye dest pê kirin di roja 780’emîn de berdewam bike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî îro tev li çalakiyê bibe. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” dest bi nobeta xwe kir.    JI BO DANIŞÎNÊ BANG KIR    Ferît Şenyaşar ê di Nobeta Edaletê de axivî, wiha got: “Edaleteke ku 5 sal in bi cih nayê û têkoşîneke 5 sal in didome… Zilma ku 5 sal in berdewam dike û 20 dozger û 4 şandeyên dadgehê yên hatin guhertin…Sibê dîsa danişîneke me heye. Piştî yekkirina dosyayên ‘kargeh’ û ‘nexweşxaneyê’ wê sibê danişîna ewil bê lidarxistin. Niha her kes dizane ku li Tirkiyeyê daraz di bin kontrola desthilatê de ye. Dozger û şandeya dadgehê van rastiyan hemûyan dizanin, lê desthilatê ji ber di vê mijarê de daraz dîl girtî ye tişta pêwîst bi cih naîne.”   Şenyaşar, diyar kir ku desthilata heyî wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi vîna gel biçe û ev bang kir: “Ji ber edalet bi cih nehat têkoşîna me berdewam dike. Em hemû parazvanên mafên mirovan vedixwînim doza me ya sibê were dîtin.”        .