Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar 2023-05-11 12:13:32   AMED - Çendek roj bo hilbijartinê mane ku Cîgirê Midûrê Nivîsgeha Taybet û cîgirên şaredar birayên xwe girtin kart.    Şaredariya Sûrê ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin. Ji bo hilbijartinê çendek roj mane û şaredariyê 3 kes girtin kar. Yek ji kesên girtine kar birayê Midûrê Nivîsgeha Taybet Serkan Tellî yê bi navê Y.T., yek jê birayê Cîgira Şaredar Mizgîn Guneş ê bi navê A.G. û yê sêyemîn jî Rêvebera Baskên Jinan ê Rêxistina AKP’a Sûrê T.Y.U. ye.    Li gorî nûçeya Amîda Haberê, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin ev yek weke xebata hilbijartinê nirxand. Buluttekîn, têkildarî mijarê wiha got: “Di sala 2019’an de jî heman tişt kiribûn. Midûr û cîgirên şaredar xizmên xwe girtibûn kar. Mantiqa xenîmetê pê re heye lewma şaredarî tije kirine.”    'HIQÛQÎ NÎNE’   Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê parêzer Mehmet Emîn Aktar jî bertek nîşan da û wiha got: “Piştî hilbijartinê dê qeyûm biçin. Ew jî bi vê dizanin lewma hewl didin tiştên dixwazin bikin. Em vê rast nabînin. Bi awayekî keyfî hewl didin alîgirên xwe têxin kar. Bi qeyûman re krîtera liyeqetê ji holê hate rakirin. Tu tiştê qeyûm dikin rewa nînin. Tişta ku memûrê hatiye tayînkirin dike rewa jî nîne û hiqûqî jî nîne.”    Namzetê CHP’ê yê Amedê parêzer Cevdet Nasiranli jî bertek nîşan da û got ku tişta hatiye kirin, hiqûqî û exlaqî nîne.