Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet 2023-05-11 11:24:21 AGIRÎ - Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna hezaran kesan li Agiriya ku armanc dike her çar wekîlan derxîne mitîngeke bi heybet li dar dixe. Di mitîngê de pankarta "Sema Yuce ya Çiyayê Agiriyê hilhatina roja te berdewam dike" hate vekirin.   Partiya Çepên Kesk li Agiriya ku vekirinên buroyên hilbijartinê, pêşwazîkirin û bernameyên navçeyan herî qelebalix derbas dibin mitîngê li dar dixe. Ji bo mitînga li Xaçerêya Dortyolê were lidarxistin welatî di saetên serê sibê bi otobus û mînîbusan ji navçeyan hatin bajêr. Gelê ku ji sê baskan ketin qada mitîngê, qad tejî kirin.    PANKARTA SEMA YUCE LI HERÎ PÊŞ E   Di mitînga ku jin di herî pêş de cih digirin pankartên "Sema Yuce ya Çiyayê Agiriyê hilhatina roja te berdewam dike" , "Agirî 4-0" , "Em tên qeyûmên we hilweşînin" , "Jin jiyan azadî" hatin vekirin. Ji qadê her tim dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" tên vekirin.    Mitîng dê bi axaftinên namzetên parlamenteriyê û nûnerên Tifaqa Demokrasî û Azadiya Kurd dest pê bike.