Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye 2023-05-11 09:07:12   ÎZMİR - Endamê Komîsyona Karên Hilbijartinê ya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Mûstafa Yildiz diyar kir ku amadekariyên xwe yên ji bo ewlehiya sindoqan û hilbijartinê temam kirine û bang kir ku her kes biçe dengê xwe bi kar bîne.    Partiya Çepên Kesk, lez da xebatên xwe yên ji bo dengdêrên livdar û ewlehiya sindoqan. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê, dê roja hilbijartinê tevî 6 hezar muşahid, 900 berpirsên dibistanan û 100 parêzerî sindoqan biparêze.   Endamê Komîsyona Karên Hilbijartinê ya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Mûstafa Yildiz, têkildarî parastina sindoqan axivî.   Yildiz, destnîşan kir ku ev hilbijartin, hilbijartin ji bo civakeke wekhev û azad û avakirina komareke demokratîk e. Yildiz, anî ziman ku dê heya roja dawî bixebitin û wiha domand: "Li Îzmîrê niha zêdetirî 6 hezar muşahid û berpirsên me yên dibistanan hene. Her wiha nêzî 100 parêzer jî hene. Di warê ewlehiya hilbijartinê û sindoqan de pêwendiya me û Baroya Îzmîrê bi hev re heye. Me li gelek navçeyan meseleya muşahid û berpirsên dibistanan çareser kir. Lê li navçeyên Balçova, Bayrakli, Bornova, Çîglî û Karşiyakayê hê jî di warê muşahidan de kêmasiyên me hene. Xebatên me yên di vî warî de didomin. Her wiha ji bo muşahidan û berpirsên dibistanan perwerdehiyên me jî didomin. Hema bibêje me xebatên xwe yên di vî warî de temam kirine. Niha dor hatiye ku em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."    Yildiz li hemberî manîspulasyonên ku roja hilbijartinê ji aliyê Ajansa Anadolûyê û çapemeniya desthilatê ve bên kirin ev tişt gotin: "Divê tevahiya peywirdarên me yên sindoqan û gelê me şiyar be. Divê guh li agahiyên ne rast ên çapemeniya desthilatê nekin. Divê guhê hemû hevalên me li daxuyaniyên Navenda Giştî ya Partiya Çepên Kesk be. Divê peywirdarên me piştî dengdanê cihê ku kîsên dengan lê ne neterikînin."    MA / Delal Akyuz